Li gorî agahiyên ku gihîştine me, doh ji aliyê dewleta Tirkî ve operasyonek li dijî Hevbendiyê hatiye kirin û di encama vê operasyonê de gelek endamên Hevbendiyê hatine binçavkirin.
Weke ku tê zanîn, Hevbendî bi beşdariya partî, rêxistin û kesayetên serbixwe, wekî tifaqeke neteweyî li bajarê Amedê hatibû damezrandin.
Hevbendî, bi naverok û bernameya xwe, sîyaseta demokratîk û rewa ji xwe re esas digire, bêyî ku şer û tundîyê biparêze mafê çarenûsîya netewa Kurd bi awayekî sîyasî diparêze.
Li gorî vê yekê jî dewleta Tirkî bi girtina endamên Hevbendîyê rê li ber sîyaseta demokratîk digire rêya sîyasetê bi her awayî dixwaze bixetimîne.
Em bang li dewleta Tirkî dikin ku dev ji polîtîkayên astengkirina sîyaseta demokratîk û tepeserkirina nêrînên cuda berde; mafê azadiya sîyasî, rêxistinbûn û xebata demokratîk a hemû aliyên sîyasî nas bike û rê li ber van xebatan negire.
KOMÎTEYA HEVKARIYÊ YA PARTÎYÊN SÎYASÎ YÊN KURD LI FRANSAYÊ
* Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
* Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojhilat (PDK-I)
* Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
* Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK)
* Partiya Yekîtî ya Demokrat ya Kurd li Sûriya (PYDKS)
* Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
* Partî dîmoqratî pêşverû kurdî le Sûriya (P.D.P.K.S)
* Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK Bakur)



