MECLÎSA HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ):
Em desteserkirina hevalên xwe endamên Meclîsa HEVBENDÎyê şermezar dikin
Îro li Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê, li dijî HEVBENDÎyê (Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê) operasyoneke berfireh a binçavkirinê hate lidarxistin.
Heta nuha ev hevalên me hatine binçavkirin:
Bayram Bozyel (Serokê Giştî yê PSKyê), Mehmet Can Azbay (Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê), Fûad Onen (nûnerê PÊLKURê), Alî Aydin (Nûnerê PDK-BAKUR), Sevgî Çelîk, Ramazan Taşdemîr (Nûnera Însîyatîfa Neteweyî) , Alî Oncu(Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî),Hasan Dagtekîn( Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê), Rojbîn Bukun (Endama PWKyê),Alî Çeven (Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî),
Polîsên Stenbolê, ji bo binçavkirinê serdegirtinek li navnîşana mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk a Stenbolê kirin, ji berk u Mustafa Ozçelîk nuha li Hewlêrê ye, nehatîye binçavkirin.
Piştî ku HEVBENDÎyê di 9ê Mijdara 2026an de li Amedê avabûna xwe îlan kir, beşeke berfireh a nîjadperest û faşîstên li Tirkiyeyê, êrîşeke mezin li dijî HEVBENDÎyê dabûn destpêkirin, gef xwaribûn û em hedef nîşan dabûn.
Her çend van cure îxbar û êrîşan di vê operasyonê de roleke mezin lîstibin jî, ev operasyon di rastiyê de nîşaneya bêtehamulîya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadîyê ya miletê Kurd e, bêtehamulîya pejirandina me ya têkoşîna bi rêyên siyasî ye.
Konferansa HEVBENDÎyê li Amedê hate lidarxistin û bi civîneke çapemeniyê re bi raya giştî re hate parvekirin. Ne konferanseke veşartîbû.
Heger dozgerîyê organîzatorên konferansê vexwendibûya ji bo îfadeye, dê hemû hevalên me biçûna. Lê bele, bi vî rengî serdegirtina malan di navbera saet 03.00 û 06.00an de rêbazeke ku nayê qebûlkirin e.
Em van binçavkirinan şermezar dikin. Divê hevalên me tavilê werin berdan.
Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê li hemû qadên jiyanê xwedî li hemû biryarên ku di Konferansa HEVBENDÎyê de hatine girtin, bername û hiqûqa navxweyî ya ku hatiye qebûlkirin derkevin.
17.11.2026
MECLÎSA HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ)

