Operasyona HEVBENDÎ bêdadî ye!

Xidir ÛSO
Xidir ÛSO17 Mijdar 2026

Di konferansek 7 Mijdar 2026 ku li Amedê ji alî ÎNSÎYATÎFA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ, PÊLKURD, PDK-BAKUR, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ hat lidarxistin, HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) avabû.

Hevbendî li dijî siyaseta înkar, asîmîlasyon û tunekirina miletê kurd wek sîwanek neteweyî bi armanca ku miletê Kurd çarenûsa xwe bi awakî azad diyar bike û li ser axa xwe bibe xwedî statuyek siyasî û xwe bi rêve bibe.

Di demek ku dewleta tirk bi rêya A. Ocalan siyaseta bi navê ”tirkiye û herêma bê teror” xist rojevê ku hêza bi pkk ve girêdayî li B. Rojavayê Kurdistanê, bi navê “entegrasyon”ê  teslîmî hukumeta Şamê kir û pkk fesixkirina xwe îlan kir; deverên li Başûrê Kurdistanê di dest xwe de digirt, radestî ordîya tirk dike û Şingal tevlê hêzên xwe yên leşkerî bi rêya dewleta tirk radestî dewleta Iraqê dike ku dewleta tirk êdî destbi xebata ku wê çawa li Rojhilatê Kurdistanê tevgera Kurd pûç bike û bi rêya xayinên Başûr, Hukumeta Herema Kurdistan ji hole rakin û rêvebirên dewletê û nîjadperestên tirk demek ku bi kêf gotin me doza kurd têkbir; li Amedê bi armancên rizgariya Kurdistan û serwerîya netewî HEVBENDÎya Netewîya Kurdistanê hat avakirin. Ev jî wek şîlmaqekê bû li ruyê hovîtiya nîjadperestan ket. Wate ji vê: xeyala dewleta tirk û nîjadperestên wê yên ev sed sal in ku miletê Kurd tune bikin, dîsa vala derket. Loma wek gurê har êrîşî welatperweran dikin.

Hin serok û rêberên partiyên tirk, kujerî, çavsorî û hovîtiya sed sal berê bibîr anîn û gotin: “dema me komara tirk avakir ku we doza heman mafan kir, çawa me bav û kalên we di tevkujiyan re derbas kir, serok û rêberên we yên mîna ŞÊX SEÎD û SEYID RIZA qetil kir, emê haman tiştî dîsa bînin sere we jî!”

Ew kesên ev çil sal in ku bi armanca rizgariya Kurdistan, zarokên Kurd derxistin serê çiyan û wan avêtin ber gulê dijmin ku îro dibên: “tu armancek me ji miletê kurd re xwestina statuyekê tune ye” û bi navê “pêvajoya çareseriyê” miletê Kurd dixapînin, armanca wan ya rastîn jî eşkere kir.

Li gor mafê mirovan yên gerdûnî, qanûnê navnetewî û yên Ewropa jî mafê miletekî, pêkhate yan cemaetekê heye ku bi rê û rêbazên demokratîk û rewa, bi rêxistin bibe û doza mafê xwe bike. Lê dewleta tirk ji avabûna xwe de, qanûnên xwe û yên navnetewî bi derew, hîle, dek û dolaban binpê dike û temamê mirov û pêkhateyên di bin desthilata xwe de bi şîdet û zordarî mafê wan yê miletî, pêkhatî, dînî û çandî binpê kiriye.

HEVBENDÎ, rêxistinek miletê Kurd ya meşrû ye. Hêza xwe ya rewa ji hebûn û mafê miletê Kurd distîne. Çawa hebûna miletê Kurd ji dervî îradeya hêzekê ye, mafê wî jî di ser hemû hêz û qanûnê wan re ye. Jibo parastin û bi destxistina vî mafî, her xebat, rêxistin û tekoşîn rewa ye. HEVBENDÎ, rêxistinek eşkere û ji alî kes û hêzên eşkere û rewa hatiye damezrandin.

Helbet berî komara tirk û piştî wê rêxistinên Kurd wek Rêxistina Taalî, Rêxistina Îstîklalê (Serxwebûnê), Rêxistina Azadî, XOYBÛN tev partî û rêxistinên Kurd yên rewa bûn. Em bi wan rêxistin û rêberê wan serbilind in. Em wan bi rêzdarî bibîrtînin! Lê yên wan qetil kirin, tu demê aramî nedîtin û ji tirs û kabûsên xwe rizgar nebûn.

Li ser ruyê dunyayê tu zordarî heta hetayî dom nekiriye. Di vê serdema teknolojîyê, internet û hişê çêkirî de, ev hêsîrtî û hovîtî bi zordarî dom nake! 17.11.1926