BITIRÎ JI GAYÊ COT RE NAMÎN.

Nûrî ALDÛR Ev gotina pêşîyên me yî ku li mentîqa Torê (Midyad û gundên wê) têt gotin ji bo rewşa dewleta Îranê, ya îroj, di cîhê xwe de ye û…

Nuri Aldur
Nuri Aldur21 Hezîran 2025

Nûrî ALDÛR

Ev gotina pêşîyên me yî ku li mentîqa Torê (Midyad û gundên wê) têt gotin ji bo rewşa dewleta Îranê, ya îroj, di cîhê xwe de ye û rast a.

Helbet dewletên din yên dîktator û Îran; di zilm, haqsizî û barbarîya xwe yî bi hemî awayan ve (politikî, ekonomî, bîr û bawerî…) dibine pispor û eve pisportîya wan, ewan dikê mîna ejdehan, hûtên heftserî û wahşên bê hiş/bê aqil/bê xîret û ne merovatîyê.

Îran di van salên dawî de, bi sedan û belkî jî bi hezaran (hemî sûc û pîsîtîyên rejîma paşketî û gammar bi dizî ne/heşkere nabin) xort û kesên navser idam kirin, di zîndanên wan de hertim kes dirizin û dimirin. Ji bo gelek kesan/hemwelatîyan,welat kirine dojeh/cehenem.

Rejîm gelên li Îran (mîna kurd, belûc ûhw.) her qetl dike, bi şexsîyet/şerefa van gelan dileyîzê. Bê şerm û fedî pesnê xwe didin ku ewan dewlet in û xwedî kevnedîrok in. Erê rast a Îran dewlet e û xwedî mêjûyekî kevn e, lê vê rejîmê welat û welatî bi xwîn, hêstir, keder û darê zorê fetisand û kes û kûs kerr û lal, saqet û birîndar hiştin.

Van melayên dijminên gelê kurd, serokên kurdan yên mîna Kasemlû, Şerefkendî û gelekê din li Awrûpa kûştin/terorkirin. Lê ew zeka an jî  zihnîyeta mantiqî bi wan mêjî genîyan re tûne ye ku ewan dikevina wê bawerîyê ku ewê mîna hz. Elîyan û Welîyan li gelan zilma xwe her berdewam bikin.

Top û bombên ku niha li wan kûjeran bixwe dikevin, wan pirr ditirsên e. Bera bêt zanîn ku “her dînsizekî  îmansizekî wî heye”.

Eve şer û proje, hemwelatîyan hêvîdar dikê ku xweşîyê, hûzûrê, demokrasîyê bo wan pêşkêş bike. Helbet wê gel hesabê zilm û zordarîya wan ji wan bipirsê.

Xweş e ku rejîmên pîs li Rojhelata navîn herin û formekî demokrasîyê were.

Bijî demokrasî!

Jin, jîyan, azadî!

Nuri Aldur

*Ezê mehên temûz û tabaxê ne nivîsim, ku hingî betlana/tatîla min e. Havîneke xweş bo we xwendevanên Rûpela nû. 2025.06.21