MA GELO SERXWEBÛN NÊZÎK BÛYÎYE!

Nurî Aldur Bê goman fenomena serxwebûnê ne hêsane; sed û belkî jî hezar zahmetî (problem, şert, tehdît, zilim, şer ûhw….) hene. Balam evan hemî zahmetîyan ne ji ”încîl anjî ji qûranê ne”…

Nuri Aldur
Nuri Aldur8 Hezîran 2025

Nurî Aldur

Bê goman fenomena serxwebûnê ne hêsane; sed û belkî jî hezar zahmetî (problem, şert, tehdît, zilim, şer ûhw….) hene. Balam evan hemî zahmetîyan ne ji ”încîl anjî ji qûranê ne” û ne jî ji qanûnên Neteweyên Yekbûyîne. Rewş û politîka der û dor û dinyayê, rola xwe yî herî giring heye. Eger hinek ji dinya bi qûwet bixwazin ku serxwebûna Kurdistanê bêt nasîn, mesele pir hêsan dibe; na, eger ewan nexwazin jî (kî hata niha her wisaye) helbet pirsgirêk hîç çareser nabe; mesele wilqasî vekirî û zelal e.                         

Lê li gor polisy anjî qanûnên enternasyonal(folkrätten-bi swêdî) sê krîterên pêwîst hene ku di jîyana rojanede pêk tên/tedbîq dibin, da dewletek mîna DEWLET bêt qabûlkirin û bêt nasîn. Pekî çine evan krîteran?    

Ew krîteran evanin:                                                                                                                

1) eger dewletek coxrafyaka/erdnîgerîyeke xwe hebê 

2) eger li ser vê xakê/li ser vê coxrafyayê gelek/neteweyek/miletek hebê

3) eger hûkûmetek ku kontrola xwe li ser gel û vê coxrafyayê hebê Û di salên 1990 an de krîtereke çaremîn ji alîyê Yekîtîya Awrûpa(EU-bi swêdî) hat damezrandin û ewe jî eve

4) ku eve dewlet mafê merovan(mäskliga rättigheter-bi swêdî) binasê û wan tedbîq bike ye”. çavkanî: ji Youtube. werger:n.a 

Her kesekî ku bi ojdan û demokrat/hûmanîst be, di zanê ku îroj li başûrê Kurdistanê evan her çar krîteran, li gel hinek kêmayîyan jî be, hene û di jîyanêdene. Pêşketinên infra-struktur (bingehînên teknolojî, sosyal/civakî ûhw…) di qadake bilind de ye, pluralîzmeke(pir partîtî, media, dadgeh û gelek enstîtûyên ûhw….) ku ji her çar dewletên dagirker baştir û maqûltire di jîyana îroj li başûrî welatê me de realîteke. Lê  li bêxwedîya Rojhelata navîn û nexasim jî li van dewletên dagirker de – ojdan li ku heye?, demokrasî û hûmanîzm li ku heye? Eve jî pêkan/mûmkûn nîye; eve dibêt mîna ku merov li çolên Sahara yê li ava cemidî bigerêye.                                                                             

Hemû hûkûmetên ku li Baxdad hatin û çûn(tek tûk ferd/şexs xaric) xwedî panarabîzm bûn û di mesela Kurdistande ji Saddam ne gelekî baştir bûn. Hinek ji wan li dijî kurdan sîlah/şer bi kar anîn(li Kerkuk) û dijminatîya kurd û Kurdistan dikirin û niha jî  dikin. Berî bi çend mehan min di nivîseke birêz Ismail Beşîkçîde xwend ku ”serokwezîrê Iraqê/Saduni  li Ankara gotîye ku ewan bi federalîzmê xeletî kirin”. De vêce werin û ”vî  kerî di  vî buhirî re derbas bikin”. Mêrik ji rehetî û xweşîya kurdan acize û poşmana ku kurdan hinek mafên xwe girtine. Eve îspat dike ku Baxdad/saddamokên nû,  nifşên ”şabel erebên” nû,  hêjî xwedî zihnîyetên pîs û gemarîne û çavên wan barnabê ku kurd bibne xwedî hûzûr û serbestî/azadî.                                                                                                   

Lê li gor şopandina minî van rojan, serokatîya başûr gelek aqilana û cesûr haraket dike û eve hem moral û hem jî cesaretê didê me kurdan. Ewan dixwazin hemî probleman bi rêça ”guft go”yan bikin, dîplomatîyê bikin û rasta jî û ez/em hemî jî wilo dixwazin, ji ber ku şer û kûştin ne başa û bo me kurda hê xerabtirre. Başûr ji Baxdad gelekî (bi hemî awayan) pêşketîtir û moderntirre û lewra jî em şer naxwazin û em her li gel dan û standin, guft û goyan û dîplomatîyê ne; lê divêt em vê jî bibêjin ku bi rastî jî,  hûkûmeta kurd di warê dîplomatîyê de texsîr nakê û ewan zîrekin.

LÊ  DÎSE  JΠ GELEK  BAŞA Û PÊWÎST E KU PÊŞMERGE HEYE Û DIVÊT HEBÊ JÎ Û HER BIJΠ PÊŞMERGE. 

2025.06.08

Nuri Aldur