Pêwîste peywendiyên di navbera rêvebirên hukumeta Tirkiyê, akademîkarên Kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêşbikevin

Kemal TOLAN Gelek ji we şopînerên min yên hêja dizanin ku, min di Gulana 2024 de bi rêya înternetê ve pêwendî bi akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş…

Kemal Tolan
Kemal Tolan15 Cotmeh 2025

Kemal TOLAN

Gelek ji we şopînerên min yên hêja dizanin ku, min di Gulana 2024 de bi rêya înternetê ve pêwendî bi akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş re kir*1.

Em di pêwendiyên xwe de li ser bawerî, rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Tirkiyê mane û yên derketine derveyî welat rawestiyan.

Piştre kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş daxwazkir ku, ew were rewşa rêxistinbûn û jiyana Êzdiyên li Almaniya dijîn bi çavê xwe baştir bibîne, hevpeyvîna bi hinek akademîkar, mamoste û lêkolînerên Êzdiyan re çêbike.

Ew di Tebaxa 2025 de hate Oldenburg ê bû mêvanê me, min hinek kurtenasîn, xebat û armancên vê lêgera akademîkar, mamoste û lêkolîner rêzdar doç.Dr. Ahmet Aktaş di van lînkan de parvekirine *2.

Di pey van pêwendiyên min re, min bi dilxweşî di daxwiyaniya „Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê “ a ku zimanê tirkî hatiye parvekirin*3 û wêneyên kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş ji min re şandine*4 de dît ku, „komeke ji ciwanên Êzîdî û Misilman ên li Almanya yê, yên ku ji aliyê Konseya Êzîdiyan a Almanya û DÎTÎB (Yekîtiya Tirk-Îslamî ya Karûbarên Olî) ve hatine organîzekirin “  û dûre di wêneyên herdû biraziyên min( Emin, Telim tevî hevalên xwe Sermet û Rauf) ji min ra şandine *4 de dît, ew jî çûne li Sêrtê serdana fakulte û dersxana ku, mamoste kekê doç.Dr. Ahmet Aktaş lê kardike kirine.

Ez bi van pêşketinên peywendiyên ku, di navbera akademîkarên kurdên musilman, rêxistin û kesayetên Êzdiyan de pêkhatine gelekî dilxweş bûm!

Hêvîdar im ku, pirsgirêken di navbera hukumeta tirkiyê, Kurdên Musilman û Êzdiyan de di rêya  pêwendiyên weha de veşartî nemînin û tev bêne çareserkirin !

Kemal Tolan- xemxwar, berhevkarê dîrok û zargotina-kevneşopên Êzdîtiyê 15.10.2025

*Çavkanî:

1 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0ux6Dboh2bEB9S52GwFUVMbv52ESvxkngKfYh8y7NBGxaF8oZGKGybxyBPU5pFBe5l

2            https://www.facebook.com/events/1272428074169831

https://www.facebook.com/events/1632257530674576

3            https://ilahiyat.siirt.edu.tr/duyuru/almanyadan-gelen-heyetle-ilahiyat-fakultesinde-anlamli-bulusma/898040479.html

4            Wênen ku , doç.Dr. Ahmet Aktaş û biraziyê min Emin Tolan di rêya WathsApp de şandine