Siddik BOZARSLAN
Îsal, 60 salîya salvegera şehadeta Faik Bucak e. Loma min xwest du helbestên gorbihiştê nemir F. Bucak bi minasebeta 60 salîya salvegerê pêşkêşî xwendoxên xoşevîst bikim û bi vî awayî em bi rêzdarîyeke mezin rihê êehîdê xwe bi bîrbînin. Ji ber tendurustîya Mamoste Î. Beşikçiyê qedirbilind, min nexwest wî aciz bikim jibo destûrsitandinê ku ev her du helbestên jêrîn li makaleyê hatine zêdekirin. Hêvîdarim Beşikçiyê xoşevîst jî bi wan malikên jêrîn kêfxweş bibe.
Ehmedê Xanîyê tirk, Î. Beşikçi, roja 07.01.1939an ji dayîk bûye û nûha ew dibe 87 salî. Bi vê minsabetê ez rojbûna qedirbilindê xoşevîst ji dil pîroz dikim û hêvîdar im ew di zûtirîn wext da rabe ser xwe û bigihîje tendurustîya xwe.(Siddîq Bozarslan)
SONDA MİRİNÊ
Sonda me mirin e di rêya te de welat,
Kefen û kirasên me ne, ferman û xeml û xelat
Xencî mirinê dinê de bo me nebûye xebat
Xwuna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin pir bi rûmet e goristan
Kal, pîr ser tirba kuştîya digrîne Dil û kezewa wan gişka tijî kul û birîn e
Law, bûk hemû ji xwûn digrîne
Xwûna me hat firotin pê bikirin Kurdistan Em dîltiyê naxwazin pir rûmet e goristan
Em bi lorika mirinê hatin pêçandin Dêya şûna şîr, em bi xwûnê mêjandin Çirî, birano werin, welat çû, qedandin! / Faik Bucak
GAZİN Jİ XWEDÊ
Ne nan e, ne dan e, ne şîv û taştê
Ho rebîyo! Ev qas derd û bela ji ku tê
Dewlemendî li me girt êdîn em bûne xezan
Hiş serê me da nema, belê, mane gêj û nezan
Çavan jî bigre bila ronayî bibe zulmet
Çi bikim pişka derd û xema para me ket
Ma nifir li me bûye kes pîbar nabe me ra
Heval silav nadin, pirs nakin bav û bira
Rê li ber me wunda bû, nizanim kuda biçim
Rebî! Tîna biecîm, sekinîne li ber Çem. / FAİK BUCAK

