
Erdnîgarîya Kurdistanê cîhekî gelek girîng û navdar e. Erdnîgarîya
Kurdistanê, di heman deman de, qelen û baca girîngîya jeopolîtîk û stratejîk
bûna xwe daye. Rûpelên dîrokê bi xwîn û trajedîya wî qelen û bacê hatîye boyax kirin. Ew
împaratorîyên emperyal û dagîrker yek bi yek li ser axa Kurdistanê xwestine
bibin desthilatdar; lê yek bi yek têkçûne. Ji Rojava ber bi Rojhilat ve; Ji
Rojhilat ber bi Rojava ve “sefer” û “fetih” kirine. Di heman deman de navenda
cîhê şer axa pîroz, erdnîgarîya Kurdistanê bûye.
Dewletên desthilatdar, yên Rojava û Rojhilat li ser bêstatuya
Kurdistanê heta niha li hev kiribûn. Lê ew denklem êdî nameşe. Em hemû baş
dizanin NATO “sigorta” Tirkîyê ye. Berjewendîyên Emerîka, Rûsya û Ewropa li gel
dewletên dagîrker zêde ne. Zû bi zû dev ji berjewendîyên xwe bernadin.
Divê Kurd li gor berjewendîyên xwe, stratejîyek baş
bidomînin. Di vir de rolekî mezin dikeve ser milê Kurdên Dîaspora. Lobî,
diplomasî û karên di bin banê organîsayonên nûjen û Kurdistanî de, divê li gor pêwîstîyên
demê bê meşandin.
Li Başûrê Kurdistanê, alozî û qeyranên di navbera hukumeta
Baxdayê û ya Kurdistanê de, her diçe zêde dibin û derizandina sîyasî, aborî û
civakî kûr dibe. Bi hevra wê heta kengî karibin bimeşin ne dîyar e. Du rê hene:
yek jê, li ser bingeha berjewendîyên netewî, yekrêzîya Mala Kurdî ye û biryargirtina
serxwebûna Kurdistanê ye. Rîya duyem jî li gor destûr û statuya federalî
çarenivîsek dinê ye. Ev jî çarenivîsa konfederalîyê ye. Kurdistan û İraq weke
du dewletên hevbeş bi hevra bijîn. Xuya ye, dewletên li dunyê desthilatdar in,
“niha” çarenivîsek ewha maqûl dibînin. Rewşa sinifa sîyasî û raya giştî jî xuya
ye van hewldanan maqûl dibînin.
Li Rojavayê başûrê Kurdistanê bi zext û alîkarîya Emerîkîyan
hewldanên yekrêzîya mala Kurdi didome. ENKS û PYD, di bin çavdêrîya Emerîkîyan
de, gavên erênî davêjin. Li ser parastina berjewendîyên netewî, herdû alî hêdî
hêdî dimeşin û li ser hinek xalên muşterek li hevkirine û bi raya giştî re
parve kirin. Ev hewldanên hanê cîhê kefxweşî û pîrozbahîyê ye. Min carek din jî
gotibû û dîsa dûbare dikim: di vê pêvajoyê de rolekî dîrokî dikeve ser milê
Mazlum Kobanî. Eger Mazlum Kobanî xwe ji paradûgmayên partîperestîyê azad bike
û weke rêberekî netewî tevbigere, ez bawerim wê navê xwe li rûpelên dîrokê
binivîse. Ev derfetên zêrîn bi dest tu kesî nakeve. Hevîdarim Mazlûm Kobanî xwe
ji bin bandora çepîtîya Tirkan û çîrokvanên şikeftan azad bike û li gor
pêwîstîyên demê, li gor berjewendîyên giştî tevbigere. Ji bo gelê Kurd
parastina berjewendîyên netewî, post û erkê herî pîroz e! Ez hêvî dikim
berpirsên ENKS û PYD, di vê pêvajoyê de rolên dîrokî bigirin ser xwe. Bi
biryardayîn û seknek Kurdistanî statuyek girêdayê erdnîgarîyê bi dest bixin!
Li Rojhilatê Kurdistanê, bi qasî em di şopînin û dibînin ku
tevgera netewî bi organîze ye û li qadê ye. Dewleta Îranê, bi sîyaseta
darvekirinê, dixwaze gelê Kurd dîl bigire. Qeyranên sîyasî, civakî û aborî her
diçe zêde dibe. Keştî êdî av digire, di warê dîplomasî, ticaret û têkilîyan de,
di nav tengasîyek mezin de ye. Derizandina di nav civatê, her diçe kûr dibe. Bi
kuştina Qasim Silêmanî, dewleta Îranê derbeyek mezin girt û bandora wê diyar e.
Roj bi roj baskên dewleta dagîrker lawaz û bê taqek dibe. Dewleta Îranê, ji bo
aramî û desthilatdarîya xwe, dixwaze şerê bi Emerîka re, li Başûrê Kurdistanê
bidomîne. Ji ber vê yekê, ev demek dirêj e, li Baxdayê desthilatdar e û xwedî
biryar e. Her roj bi dehan xortên Kurd dadilqîne, bi çekên giran êrîşî ser gund
û navçeyên Kurdistanê dike, baregehên sivîl bi fuzeyan hildiweşîne.
****
Dewletên mîna Ermenîstan û Azerbaycan îro, ji bo dîktatorîyên
xwe bidomînin bi hev ketine; lê qada wan ya şer, dîsa bi giranî erda Kurdistanê ye. Dewletên Ermenî û Azerî, bêyî
ku tu statuyekê ji Kurdan re nasbikin, dixwazin Kurdan û qada welatê wan bi
sîyasetek hîlekar, di vî şerî de ji xwe re bi karbînin. Dewleta tirk jî bi
mînak, şîretkarî û destdirêjîya xwe, perçeyekî vê sîyaseta dagîrker û
nîjadperest e.
Di dema Stalîn de (Yekîtîya Sovyetê), ji sîyaseta helandina
hûrgelan ku wan bike Rûs û bi dil û daxwaza Tirk, Azerî û Ermenîyan jî statuya
Kurdistana Sor hat hilweşandin û giranîya niştecîhên Kurd koçberî nav komarên
Sovyetê kirin.
Di sala 1990 an de, di bin navê Şerê Karabaxê de Tirk, Azerî û
Ermenî bi hev ketin û hewldanên damezrandina Kurdistana Sor têkbirin. Dîsa di
pişt perdê de, aktorên herî fêlbaz û rovî dewleta Rûs bû. Îro şer, li ser axa
gelê Kurd didome. Zirar û zîyanên mezin cardin gelê Kurd dide. Dijmînên hov, bi
lîstok û xapandinên olî, cardin dixwaze derizandinên sîyasî, olî û civakî di
navbera gelê Kurd de kûr bikin. A rast ew e ku hemû dagîrker ji Kurdistanê
bicehemin û bên qewirandin!
Dewleta Tirk, hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kirîye û ev sîyaset bi tundî didome. Hemû stratejî û projeyên wan li gor vê armancê tê guncav kirin. Pînekirin û boyaxkirina çîroka “Tirk û Kurd bira ne” derew e û bê bingeh e. Ji ber ku tu rêyek dinê tuneye, ji mecbûrîyetê, em tênê CÎRAN in! Çawa celad û Kurban nabin bira; dagîrker û gelê bindest jî nabin bira! Çîroka “demokratîkbûna Tirkîyê” xapandin û pişavtina gelê Kurd e!
Divê li Bakûrê Kurdistanê, li gor pêwîstîyên demê, hêzên
sîyasî û gelê Kurd ji nû ve, xwe organîze bike, tevgerek netewî li ser daxwaz û
armancên netewî, temsîlîyeta xeta netewî
bike. Îro li hemû beşên Kurdistanê du xet, du rêgeh hene, yek jê xeta netewî ye,
ya din jî xeta entergasîyon û rêxistinperestîyê ye. Divê armanc û hewldanên her
kurdperwerekî xurtkirin û serfirazîya xeta netewî be.
Îro pêwîstîya gelê Kurd bi qasî av û hewayê, bi xebat û hewldanên
damezrandina Mala Kurdî heye. Rê û rêbaz; rêxistin û organîzasyon, xwendin û
nîrxandinên girêdayî berjewendîyên giştî.
Lê ya herî girîng û elzem bi ya min karê dîplomasî ye. Avakirina
lobîya Kurdî, bi gelek şêweyan mumkun e. Li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî
jî li Dîaspora, ji bo dezgehên dîplomasî û avakirina şaxên lobîyan, xebatek
stratejîk û netewî pêwîst e. Tenê di bin navê Kurdistanê de, di bin sîya ala
Kurdistanê de, xebatên hevpar destê me xurt dike. Dîplomasîyek serkeftî, bi
qasî arteşek bi hêz û bi bandor e. Biryarên herî girîng û yên dawî li ser
maseyên dîplomasî pêktên.
Ji salên 1900 an vir de, gelê Kurd, sinifa sîyasî, partî û
rêxistinên Kurd, rewşenbîr û zanayên Kurd, di warê dîplomasî de lawaz bûne û
her tim wunda kirine.
Ez hêvî dikim hemû alîyên sîyasî û rewşenbîrên Kurd, wê bi berpirsîyarî tevbigerin û mil bidin milê hev, tenê bi navê Kurdistanê û di bin ala Kurdistanê de, dezgehên dîplomasîyê ava bikin.
Eger ev hewldan bayekî xurt bi xwe re rake. Ez bawerim, li
hemû beşên Kurdîstanê, wê kelecanîya netewî geş bibe. Wê, rê li ber guhertinên
civakî û dezgehên avakirinê veke.. 05-10-2020
AMED
Cano Amedî

