“PİRSÊN BÊ BERSÎV Û ERKA NETEWÎ!”

Gelo ev dînamîk û enerjîya cîwanên gelê kurd, çima ket bin desthilatdarîya nijdevanên Îttîhat Terakkî, Baasî û Ayettullahan!

Cano Amedî
Cano Amedî29 Nîsan 2020

Cano AMEDÎ

Ka em dest bi
pirsan bikin: dibe ku bersîv ji ûjdanên paqij û dilsoz biherikin; derîyekî
çareserîyê radestî nifşê nû bikin!

Dibe ku em li hevdû
gohdar bikin û bi hevra ji birîn û êşên xwe re dermanekî peyda bikin. Tecrube,
zanyarî, têgihiştin û temenê me ji bo vê êşê têr dike. Ji bo wî jî, divê em
bawerî û yekînîyek resen bidin hev û ji hestên heyf sitendinê dûr bikevin!..

Divê em bi bîr
bînin ku yên welatê me dagîr kirine û bapîrên me qir kirine, em hestên
tolhildanê li dijî wan tûj bikin, ne li hemberî birayên xwe yê Kurd!

Bi salan e, ew
alîyên xwe li ser xeta netewî bi nav dikin, 
li ser dijatî û rexnegerîyê sîyaset dikin; gelo çima bi serneketine!? Ev
çil sal e ku mirov şitlek fêkî deyne, wê çendî car ber bida? Mirov zarokekî
xwedî bikira, niha xwedî nebîyan bû? 
Mirov salê darek bi çanda niha xwedî daristanek bû? Tenê dijberên me
gunehkarin(?)

Sedem û sebebên
têkçûnê bi giranî çi bûn, bandora dînamîkên hûndur û yên devre çi bûn?

Gelo ev dînamîk û
enerjîya cîwanên gelê kurd, çima ket bin desthilatdarîya nijdevanên Îttîhat
Terakkî, Baasî û Ayettullahan!

Gelo hemû guneh û
qebhet yên alîyên dijberên me ne, an jî ew alîyên erkên xwe bicîh ne anîne?

Kê rê li ber rûbar
û çeman girt, kê hêz û qewetên xwe belavkir? Kî dînamîk û hêzên xwe perçe kir?

Kî bi gilî û
gazinên pûç, bi çîrokên bê wate, talîmatên nijdevanên kemalîstan bi cîh anî?

Kê li ser rêya
Enqera, Şam, Tehran û Bexdayê çîrokên bêhêvîtîyê li hev zêde kirin?

Kê tovên bêhêvîtî
û bêbawerîyê di nav refên xwe de, li zevî û bingeha xwe çand?

Ew şekirê ŞAM`ê çi
bû, hûn hemû li wir civîyan û dûvre bi hevketin! Kê berê we da Şamê? Ew kîjan
hêz û qewt bû, ew kîjan ba û bahoz bû we ji hev perçe perçe kir.

Hûn çima ji hev
dûr ketin û tarûmar bûn! Hemû guneh û sedem yên dijberê we bûn an bi giranî yên
we bû?

Gelo we rojekê ji
dil û can vê pirsa ji xwe û ji ûjdanê xwe pirsîye?

Bi qasî ez
têgihîştime û min dîtîye, heta îro, wêneyek dilpaqijîyê derneketîye holê. Hinek
kesên di hemû deman de bi serneketine û berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anîne, îro
weke mirovên heşê xwe hunda kiribin keda xwe, xebatên xwe binpê dikin! Çima?  

Bi rastî, mirov bi
van helwest û bertekên bê wate di êşê! Heyfa ked û xebatên wan rojan, îro hinek
rabûne binpê dikin! Mirov çiqas bi dilsozî û dilpaqijî nêzîk dibe ewqas pê di
êşê!  Weke bapîran gotîye çîroka wan tê
wateya “keçelo navê min li te, kumê min li serê te!” Ma qet dilê mirov
bi keda mirov naşewite?

Qet nebe ked û
qîymeta xwe bin pê nekin! Hûn qebûl bikin an nekin, gunehê we bi qasî qeweta
bingeha we heye!  Bi qasî cîh û
berpirsîyarîya we mesûlîyeta we heye!

Qet nebe li mala
xwe rûnên û carek bibêjin “BİBORİN” ji min – ji me ew hat! Bi rastî wê civat jî
bingeha we ya doyin jî we fam bike û tevlî kêmasî û şaşîyên we, wê cîhê we,
qîymeta we zanibe. Lewra barê welatekî dagîrkirî û perçekirî bi nifşekî an du nifşan
çareser nabe!

Em di beşekî
maratona serxwebûna welatê xwe de, weke neferên dilsoz û paqij, weke
rizgarîxwazên netewa Kurdistan, em di destpêkê de rastî êrîşên hovane û kemînên
mar û dûpişkan hatin. Ji ber van sedeman, gava em defterên rojên borî wekin,
divê li ser mêzîna heq û hûqûqek rasteqîn, li ser mêzîna ûjdan û rastîya demê
tevbigerin.

Divê em kêmasî,
şaşî, xirabî û neheqîyên çêbûne bi zimanek zelal û bi rexnegerîyek çêkir
pêşkêşî hev bikin. Piştî çil salî şûnde tiştên em bidin hev an ji hev bigirin
tecrube û aqilekî hevpar e! Divê em baş bizanibin rêz girtina hûqûqek berê ya
hevpar û xatirê rojên borî, rê li ber bêhûqûqîyê û bê ûjdanîyê digire!

Di têkçûn û
belavbûnê de hûn jî berpirsîyarin.  Ji
ber ku we berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anîye, gunehkarîya hinekan ji we zêdetir
e, ev encam we paqij û bê guneh nake!

Ew rûbar û çemên
cûda cûda, ku her yekî jê, xwedî hêzek dînamîk û çalakbûn, ji ber ku we hemûyan
berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anî ev rûbarên hanê weke lehîyên biharê,  ji rêgeh û şopa xwe derketin, ber bi bendava
(gola) entergasîyonê ve herikîn.

Ew girse, bi
alîkarî û piştgirîya zarokên “teşkîlatî mahsûsan“ ketin bin kontrola
xêrnexwazan! We rê li ber herikandina rûbaran venekiribe jî, tu hewldanên rêgirtinê,
pînekirin û nûjenkirina rêgehê çênebû.

Hûn bixwazin an
nexwazin wê dîrok, van xalan û van pirsan derxe pêşîya we/me. Divê li hemberî
van pirsan bersîvek me hebe!

Ez wek dostekî we,
weke birayekî we, weke kedkarê hêvî û bîrdozîya me ya pîroz, cardin ji we
daxwaz dikim, ji vê seetê şûnde weke rûsipîyekî zana û têgihiştî tevbigerin,
şîret û gotinên baş bikin. Rexneyên çêkir û û fikrên nûjen pêşkêşî nifşên
îroyin bikin. Derî li bêbawerî û bêhêvîtîyê bigirin, rê li ber hêlînên nûjen,
rê li ber rûbarên vejîn vekin!

Em hemû bi hevre vê rewşa kambax û bê
asoyî dibînin û pê diêşîn! Neyar û dagîrkerên hov, dixwazin di demek nêzîk
de,  têkçûn û tunekirina gelê Kurd ragihînin!

Dijmînên me dixwazin bi hêvî û dilsozîyek
germ vê pêvajoya şewba koronayê li diijî gelê me û li dijî destkeftîyên me
bikar bîne. Ji bo berjewendîyên netewî û giştî, divê em jî bi coş û hêvîyek
mezin, bi dilsozîyek germ rê li dijmînên xwe bigirin û bi hişmendîyek netewî
tevbigerin.

Di vê pêvajoya vayrosa koronayê de, ez ji
hemû Kurdistanîyan re sihet, selametî û tenduristîyek baş dixwazim û silavên
germ pêşkêş dikim!

Her tim serkeftî, şad û bextewar bin!                                               

Cano Amedî   25-04-2020 
AMED