Di sala 1965 an de, di bin serokatîya SEÎD ELÇÎ û beşek hevalên wî de PDKT hat avakirin. PDKT bi şêweyek dizî, lê di bin bandora sîyaseta partî demokrat a kurdistana Iraqê de, hatibû damezrandin.
Bayê
têkoşîna di bin serokatîya Mele Mustafa Barzanî de, dihat domandin û Şoreşa Îlonê
bandorek gelek pozîtif li hemû beşên Kurdistanê kiribû. Hestên netewî, fikir û
ramanên netewî bi navê Barzanî dihat ziman.
Piştî zulmek
dûr û dirêj, piştî demsalek tarî carek din hişyarîyek netewî, hişmendîyek
kurdewarî di nav gelê Kurdistanê de dest pêdikir. Ew axa mirî ya demek dirêj ku
sîyaseta Bakûr dîl girtibû, di bin bandora xwede dixwest bifetisanda hêdî hêdî
belav dibû. Şoreşger, welatperwer, xwendevan, rewşenbîr û netewperwer carek din
xwe bi rêxistinî dikirin. Ev derîyekî nû, merhaleyek nû derdixist hemberî civata
Kurd.
Sîyaseta ji
alîyê Kemalîst û “çepgiran” ve dihat domandin, weke kirasekî teng û rizîyayî
civatê acis dikir. Nebîyên Teşkîlatî Mahsûsa, bi kirasê çepîtîya Kemalistan
dixwestin civatê kedî bikin, lê belê di nav gelê Kurd û di nav civata tirk de
rewşenbîr û kesayetên xwedî ûjdan li dijî wan polîtîkayan radiwestîyan, loma
ketin nava lêgerînek sîyasî.
Damezrandina
partîya karkeran a Tirkîyê (TİP), di wê pêvajoyê de dest pê kir û beşdarî
hilbijartinan bû. Lê belê TKP û nijadperestên Tirk, ji bo ku di nav gelê Kurde
de fikir û ditinên netewî bi cîh nebin, li dijî gelê Kurd bertek û sîyaseta
jahrdadanê zêde kirin. Ji bo wî jî bi tevnê civatê liyistin.
Hemû
serhildan û berxwedanên gelê Kurd bi tawanbarîya kevneperestî û hewldanên
feodalîzmê bi nav kirin. Di hemû deman de, dewleta tirk û desthilatdarên Tirk
jî, wekî “li dijî sîstema emperyalîst” rejîma kemalîst “pêşverû” dinîrxandin.
Naveroka arşîvên Rûs-Sovyetê, bi raporên li dijî gelê Kurd ku ji alîyê TKPê ve
hatine amadekirin tije ye û têra xwe jî li pîyasê jî hene.
TİP, di
hilbijartinan de dengekî baş girt û 15 parlementer bidest xist. Cîhên TİPê
parlementer bi dest xistibû jî bi giranî bajarên Kurdistanê bûn. Ev serkeftin,
sîyaseta desthilatdaran tevlîhev kir. Dewlet heta wê rojê du rê, pêşkêşî civatê
kiribû. Her du rê jî digihîşt yek navendê. Civat, fêrî du rengî, dudengî bûbû.
Lê bi serkeftina TÎP ê, civatê dît ku ji bilî reş û sipî rê û rengên din jî
hene! Dewlet refleksên klasîk nîşanda û bi tundî êrîşî bingeha TÎPê kir. Li
parlementoyê, li dervayê parlementoyê, êrîşên dewletê zêde bûn û bandorek
negatîf çêkir.
Dewletê
rêgeh tayin kiribû, nedihişt tu hêz li dijî wê rêgehê tevbigere.
Beşek xortên Kurd di bin bandora sîyaseta TÎPê de xebatên xwe domandin; beşek
jê ketin nav lêgerînek nû.
PDKT, bi
dizî piştevanîya xortên demokrat û netewperweran dikir. Li gelek bajarên Tirkan
(metrepolan de), xortên Kurd li dijî êrîşên nijadperestan helwest digirtin û
dengê xwe bilind dikirin. (Li dijî nijadperest Nîhat Adsız). Ev deng li hin
bajarên mezin bû dengê DDKO`yê. Xortên xwendevan, pêwîstîya rêxistinbûnê di
pratîkê de dîtin û ketin nav lêgerînek civakî û sîyasî…
Êdî tîr ji
kewanê derketibû, her diçû hestên netewî zêde dibûn. Ew axa ku bi salan beyar
mabû, êdî bi tovê şoreşgerî û netewî re rûbirû dibû. Xwendevan û xortên Kurd
yên li metrepolan dixwendin, hêdî hêdî li ser pirsgirêkên heremên xwe mijûl
dibûn û li rêya çareserîyê digerîyan. Pirsên wan her diçû zêde dibû; ew jî li
pey bersîvan digerîyan. Di wan salan de,
navê pirsa Kurd û Kurdistanê, “pirsgireka rojhilat” bû. Bi tirkî jê re digotin: “Doğu sorunu(!)”
Demek şunda,
navê pirsgirêka rojhilat (Doğu sorunu), bû pirsgirêka niştimanî (ulusal sorun).
Ev niqaş û binavkirina pirsgirêkê, di nav şoreşgerên Tirk û Kurd de
derizandinek girîng çêkir. Mufetîş û komîserên weke Mihrî Bellî, Doğan
Avcıoğlu, Doğu Perînçek, Mahîr Kaynak, Îlhan Selçûk, Mümtaz Soysal û şagirtên
wan, bi tundî li dijî pirsgirêka Kurd helwest girtin û pesnê tevgera Kemalîzmê didan.
PDKT û
xortên DDKO, li dijî kemalistan dest bi hewldanên sîyasî û civakî kirin. Li
hinek bajarên Kurdistanê, li dijî zilma “komando” û êrîşên nijadperestan, xwepêşandanên
girsayî amade kirin. Organîzator û axaftinvanên xwepêşandanên rojhilat (Doğu
mitingleri) endamên û rêvebirên PDKT, TÎP û DDKO bûn. Gorbihûşt Seîd Elçî û
Edîp Karahan sereke axaftivanên wê demê bûn.
Doza 49`an,
girtin û pêlên îşkencan her diçû zêde dibû. Xortên Kurd ji CHP û Partîya
Adaletê her diçû dûr diketin. Zilma
komando, tadayî û pirsgirekên aborî, civakî û sîyasî bûbûn mijara xwepêşandanên
rojhilat. Organîzatorên wan xwepêşandanan
PDKT, TİP û DDKO bû. Ev xwepêşandan li gelek navçan, bajaran bi serkeftî encam
dan. Civata Kurd, bi şêweyek lezgîn hîşyar dibû, êdî xwedîyê malê û diz bi hev
hesîyanbûn!
Ji salên
1970an şunda, di nav Kurdan de derizandinên îdeolojîk, veqetandinên bêbingeh
destpê kir. Bayê sosyalîzmê û çîroka nivşê 1968 an bi xwe re guhertinên civakî
û sosyal ferz kir, hemû beşên cıvata Kurd di bin wê bandorê ketin pey lêgerînên
guhertinê.
Di nav
civatê de alîgerên guhertinxwaz û çêkir li alîyekî helwest girtin; li alîyê din
jî hêzên statuparêz û alîgerên xirabîyan dest bi şerê dêrûnî kirin. Reşkirina
rastîyan her diçû zêde dibû, hêzên mafya û tolazên kolanan di qampên artêşê de,
bi navê perwerda komando dihatin perwerde kirin. Li gor stratejîya gladyoyê, dewleta
kemalist hêzên xwe yên rastgir, oldar, çepgir û “kurd” ji bo rojên pêş de
perwerde dikir. Aktorên xwe di nav rêxistinan de bi cîh dikir.
Disa di wan
salan de, bi çepên Tirk re munakeşeyên Kurdistan koloni ye an na dest pê kiribû.
Piştî wan munakeşan, mijara rêxistinbûna hevpar an rêxistinbûna cûda di navbera
alîyên Kurd û Tirk de geş bû. Bi giranî hemû partî û rêxistinên Kurd li ser
teza rêxistinbûnek cûda û li gor pîvanên welatekî kolonî û dabeşkirî xwe ji nû ve
bi rêxistin kirin. Ev gengeşî, demek dirêj, di navbera hêzên Kurd û Tirk de
berdevam bû.
Piştî demek
dirêj, cardin gelê Kurd li ser daxwaz û helwestên doza netewî derket holê, lê
belê nebîyên Îttîhat Terakkî bi argumanên îdeolojîk û çînî doza netewî ber bi
asoyek din birin.
Partî û
rêxistinên navên wan Kurd bûn, di bin navê têkoşîna li dijî feodalîzmê de bi
civata xwe re şer kirin. Bi tewanbarîya ku feodal, kevneperest û netewperestbûnê,
li dijî hev ketin nav dijberîyek bê wate. Rê li ber xebatên hevpar, yekrêzî, û
ahengîya çalakîyên netewî girtin.
Demek şunda,
weke parêzvanên sîstema sosyalist, li ser navê Moskow û Pekînê bi hevre şer
kirin. Hinek jê jî, ber bi Tîranê çûn. Ji bo berjewendîyên wan navendan serê
hev şikandin û xûn rijandin. Ev yan lîstîka dijmin bû û yan jî şaşî û xeletîyên
mezin bû.
Ji salên
1974an şûnde, Kurd ji alîyekî de bi rêxistinên îdeolojîk mijûl bûn ji alîyekî
de jî bi partîyên sîstemê re di nav hewldanan de bûn. Hinek jî li ber derîyê
CHPê rawestîyabûn, hinek jê jî li ber derîyê Partiya Adaletê rêzbûbûn.
Sistema Îttîhat
Terakkî dît ku bi listokên berê nikarin pêşî li hişyarbûna gelê Kurd bigire,
çekên xwe yên herî dijwar derxist holê.
Dewleta
mêtingeh, Kurdên oldar û bawermend jî bi partîya Selametê ve girêdan (MSP: Milli
Selamet Partisi). Piştî 1974 an şûn de, partîya selametê li bajarên Kurdan
serkeftinên mezin bi dest xist.
Dewlet bi
planên dûr û dirêj dest bi avakirina rêxistinên mîsyoner û “kedîkirinê” kir.
Encamên polîtîkayên kedîkirinê îro gihîştîye kîjan merhelê li ber çavan e.
Sîstem bi
bertîl û gendelîyên hilbijartinan, bi îhale û berjewendîyên kesayetî, bi kursî
û postên derewîn her tim fikira netewî xwestîye paşve bixe. Ew siyaset, her deh
salan, rastî bendavekî dibe.
Di navbera
salên 1977an û 1980an de rêxistinên Kurd bi rengên cûda beşdarî hilbijartinan
bûn. Di hilbijartinên şaredarîyan de, gelek xebatên pêşketî bi dest xistin. Di
hilbijartinên parlemento û yên seneto de, bi endamên serbixwe an jî di nav
partîyên desthilatdar de mirovên xwe nîşan dan. Di demên hilbijartinan de
propaganda û xebatên sîyasî encamên baş derxist holê.
Li çend
bajar û navçan serokatîya şaredarîyan girtin dest xwe. Diaybekir, Agirî, Êlîh,
Ruha, Hilvan, Dêrik, Nisêbîn, Şirnax û hwd. Di nav civata Kurdan de xebatên
vekirî her çû zêde bû.
Di hemû
warên jîyanê de rekabet û helwestên rêxistinbûnê zêde bû. Dewlet, ‘‘bi derketina‘‘
nakokîyên di navbera rêxistinan de, xwest bi ser bikeve, lê belê bandora
sîyaseta Kurd hemû bertekên hebû hilweşand.
Sîyaseta
netewî, her diçû cuhên xwe fireh dikir û di navbera rêxistinan de bingehek
hevkarîyê ava dikir. Lê belê, weke bav û kalan jî gotîye: “Av disekine lê
dijmîn nasekine”
Dewlet ji bo
rêxistinên kurd li ser bingehek netewî îtîfaq nekin bi destê xulamokên xwe
“starta” êrîşan da!
Dewlet bi
alîkarîya çeteyên Faşist, mafya û hinek rêxistinên êrîşkar, êrîş û qetlîamên bi
kom li dijî gel çêkirin.
Bi giranî li
bajarên Kurdan tevlîhevî û qêtlîamên mezin kirin. Bajarên Sûnî û Elewî lê dijîyan,
bi seneryoyên patenta wan ji alî dewletê bûn, kuştin û talanên mezin çêbûn.
Meraş, Meletya, Sêwas, Çorum, Stenbol yek gulan ji bo qetlîamên wê demê mînakên
balkêşin. Ev qetlîmanên hane, piranî di pêvajoya hilbijartinan de dikirin.
Pêvajo 12
îlonê û rewşa sîyasî em hemû baş dizanin. Hinek ji me aktorên wan deman e. Hinek
ji me têkoşer û xortên wan rojan, bûne porsipîyên îro. Çi bû, çewa bû? çima me
li ber xwe neda? çima me nikaribû karên hevkar bikin? Çima hewldanên UDGê bi
ser neketin? Çima rêxistinên me berê xwe dan Surî û li wir bi hev ketin? Çima
hemû rêxistin li sûrî perçebûn û berbe Ewropa çûn? Çima li Başûr û li Rojhilat
zemînên bi cîhbûnê û xebatên sîyasî hebû, kesî wan deran ne hilbijart?
Gelo ew
kîjan ba û bahoz bû ku Baas`îyên nijatperest weke “hevalbendê Kurd û dij
emperyalîst” bi xortên Kurdan dan qebûlkirin!?
Tarîtî û
bêdengîya navbera salên 1980 û 1984an em çewa îzah bikin? Piştî wan salan, çima
ew rêxistinên bi nav û deng venegerîyan welat? Çima di qadên sîyaseta vekirî de
bêdeng û bêhelwest man cîhê pirsê ye.
Ji salên
1987an şûnde, di warê xebatên wekirî de, pêvajoya HEP û DEPê kêm zêde em hemû
dizanin.
Ji salên
1990an şunde, hemû rêxistinan, hêdî hêdî destê xwe şûştin û navxoya xwe
rizandin, pûçkirin.
Di nav hemû
rêxistinan de, çend kesên ji bo xebatên sîyasî israr dikirin, weke gunehkar
hatin îlankirin. Ev jî bê bawerî û derfetên fesadîyê, xirabîyê derxist holê.
Kesên berpirsîyarên
wan deman, weke haya wan ji tiştekî tunebûye û bê gunehin, rabûne tiştên di
tûrikên xwe de vala dikin ser dîkê. Ev wêne bi xwe rastîya sîyasetmedar û
rêxistinên me radixe ber çawan!
Wê bidome…

