Di 7ê mijdara 2026an de, bi beşdarîya partî, tevgerên siyasî û kesayetên serbixwe li Amedê ”Hevkarîya Neteweyî ya Kurdistanê HEVBENDΔ hate avakirin. Ev tifaqa neteweyî tirs û xofek mezin xiste dilên karbidestên dewletê û nîjadperestên tirkan. Umîd Ozdagê nîjadperest bi awakî eşkere HEVBENDÎ û berpirsiyarên Hevbendîyê tehdît kir û got ku ”tiştê Ataturk anîye serê Şêx Seîd û Seyid Riza emê bînin serê we jî”. Ji xwe di 18ê mijdara 2026an de, karbidestên dewleta dagirker û nîjadperest di berbanga sibê de, girt ser 15 malên berpirsiyarên HEVBENDî û siyastmedarên kurdan û 14 kes ji wan hatin desteserkirin. Ji ber ku Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, rêzdar Mustafa Ozçelîk di wê demê de li Hewlêrê bû nehate desteserkirin.
Li hemberî vê operasyona nîjadperest, kurdê welaparêz yên her çar perçeyên Kurdistanê, metrepolan û dîyasporayê nerazîbûnek mezin nîşan dan. Gelek partîyên siyasî, komele, sazî û dezgeh, nivîskar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan ev êrîşa nîşadperst şermezar kirin. Herweha gelek partîyên siyasî, komele, sazî û dezgehên kurdan jî dest bi amadekarîya çalakî û protestoyê girseyî kirin. Li hemberî vê helwest û berteka girseyî, dewletê di şeva 18ê mijarê de îfadeyên wan kesên desteserkirî girtin û ew serbest berdan.
Karbidestên dewletê nehesiband ku ev kesên hatine desteserkirin “torinên Şêx Seîd û Seyid Riza” ne; diya wan jî bavê wan jî kurd in û gelekan ji wan bi salan di zîndanên vê dewletê de, li hemberî hemû zilm, zordarî û îşkenceyên hovane teslîm nebûne û serî netewandine. Li gorî agahdarîyên hatine belavkirin, gelek ji van kesan îfadeyên xwe bi kurdî dane; danezan û çarçeweya siyasî ya Hevbendîyê bi serbilindî parastine.
Yek ji wan kesên hatibû desteserkirin û îfadeya xwe bi kurdî daye; doza miletê Kurd û Kurdistanê parastîye Mehmed Can Azbay (Cano Amedî) ye. Têkoşîn û xebata siyasî û rêxistinî ya Cano Amedî îro dest pê nekirîye. Ew jî weke gelek têkoşer û şoreşgerên kurdan piştî darbeya faşîst ya 1980yî hatiye girtin, di serî de ”Zîndana 5 Nolu” ya Diyarbekirê, 20 salan di zîndanên dewleta dagirker de maye; li hemberî zilm, zordarî û îşkenceyên hovane yên karbidestên vê dewletê di ber xwe daye, serî li ber vê siyast, zilm û zordarîya dewletê netawandîye. Ew bi îdamê hatiye cezakirin û dosya wî ya ji bo îdamkirina wî 6 salan li Meclîsa Tirkîyê maye. Lê vî şoreşgerî tu carî, dev ji nasnameya xwe, doza miletê Kurd û Kurdistanê bernedaye. Ango, ew bi vê operasyonê nebûye qehreman; ew ji berê de şoreşger û têkoşerekî doza miletê Kurd û Kurdistanê ye.
Mehmet Can Azbay ku bi nasnameya xwe ya siyasî wek Cano Amedî tê naskirin, di sala 1961ê de li navçeya Pasûrê (Qulp) ya Amedê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de beşdarî nav tevgera siyasî û rêxistinî ya tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê bûye. Piştî derbeya leşkerî ya 1980yî hatîye girtin, cezayê îdamê lê hatiye birîn û 20 salan di zîndanên vê dewletê de maye.
Her kevir, her dîwar û her derîyê Zindana Amedê ya Hejmara 5an (5 Nolî), şahidê qehremanîya van şoreşger û têkoşeran in. Wan li hemberî zilm, zordarî û îşkenceyên hovane serî netewandine; ji nîjadperst û faşîstên dewletê re eman nexwestine û negotine ”diya min tirk e, ez tir kim û ezê di emrê vê dewletê de bixebitim”. Wan bi mêrxasî li nasmameya xwe û doza miletê Kurd û Kurdistanê xwedî derketine. Li hemberî şert û mercên dijwar, hin mirov dikarin bi hêsanî dev ji nasnameya xwe berdin; esl û feslê xwe înkar bikin; serî li ber karbidestên dewletê bitewînin; lê hinek mirov jî hene bedelên mezin didin ber çavan, li ser rêçika serok û pêşengên doza miletê Kurd û Kurdistanê dimeşin; ji nîjadperest û serkufukên mîna Umîd Ozdag carek din îspat dikin ku ew ”torinên Şex Seîd û Seyid Riza” ne. Serpêhatîya jiyana Cano Amedî, yek ji wan nimûneyên hêja û serbilindîya her kurdekî welatparêz û kurdistanî ye.
Têkoşînek ji zîndanê ya ber bi berbanga azadîyê
Serpêhatîya Cano Amedî, ne tenê ji salên zîndanê pêk tê. Di jiyana wî ya siyasî de, xala herî balkêş ew e ku tevî wan hemû zilm, zordarî, îşkence û berdêlên giran, wî dev ji xebat û têkoşîna ji bo doza miletê Kurd û Kurdistanê bernedaye; bervajîyê wê ji van hemû tecrûbeyên xwedî bedelên giran jî îstifade dike û xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî, niştimanî û kurdistanî didomîne.
Cano Amedî îro jî bi helwest û seknek zelal li dijî siyaseta dewleta dagirker, metinger û hevkarên wê yên ”entegrasyonîst û kedîkirin miletê Kurd” xebat û têkoşîna xwe didomîne.
Ew niha, wek Cîgirê Serokê Giştî yê PWKyê, li ser xetek siyasî, neteweyî û kurdistanî; ango hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, mafê miletê Kurd yê çarenûsîyê, statuya siyasî ya Kurdistanê diparêze, xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî didomîne. Cano Amedî çareserîya pirsgirêka miletê Kurd, di demokratîkbûna Tirkîyeyê de nabîne. Ew jî weke gelek siyasetmedar û welatparêzên kurdan, miletê Kurd weke miletekî xweser, Kurdistanê jî weke rastîyek siyasî, dîrokî û cografî dibîne. Weke her miletekî bindest, ji bo miletê Kurd jî mafê çarenûsiyê mafekî herî rewa û meşrû dibîne. Xwe weke xwarzîyên hinekan nîşan nade; ew dixwaze di xizmeta miletê Kurd û kurdistanîyan de bixebite.
Ew xwe wek qahremanekî nabîne, weke xizmetkarê miletê xwe dibîne!
Carnan qehremanî ne payeyek ku mirov bi xwe dide xwe. Carnan di hişmendîya xelkê xwe de, di bedelên hatinin dayin de, di nirxên ku dev ji wan nehatine berdan de û di têkoşîna di tevayîya jiyanê de hatiye dayin de wateya xwe dibîne. Ez ji vê yekê piştrastim ku ez, em hemû Cano Amedî weke têkoşer û qahremanekî doza miletê Kurd dibînin. Lê ez dîsa baş dizanim ku Cano Amedî xwe wekî qahremanekî nabîne; ew xwe weke xizmetkarekî miletê Kurd dibîne. Belkî yek ji taybetmendîyên wî jî ev nefsbiçûkîya wî ye. Teva 20 salên zîndanê, cezayên darvekirinê, ewqas bedelên giran jî ew hê jî xwe weke endamekî ji rêzê yên miletê xwe dibîne; ew ne li dû berjewendîyên şexsî, meqam, paye û kursîyakê ye. Loma jî xebat û têkoşîna Cano Amedî ne tenê bi xebatên wî yên berê ve sînordarkirî ye; xebat û têkoşîna wî îro jî berdewam dike.
HEVBENDÎ û têkoşîna yekîtiya neteweyî
Îro, yek ji qadên girîng yên xebatên siyasî yê Cano Amedî jî xebata di nav HEVBENDÎyê de ye. Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) tifaqek e ku armanca wê partîyên siyasî, tevger, komên siyasî û kesayetên serbixwe li ser zemîn û armancên siyasî, neteweyî û niştimanî yên hevbeş bînin cem hevdû. Cano Amedî yek ji endamên Meclisa 51 kesî ye ku di konferansa damezrandina HEVBENDÎyê de hatiye hilbijartin. Bi vî awayî, ew ne tenê siyasetmedarekî ku siyaseta yekîtiya neteweyî diparêze, di heman demê de, ew wek yek ji nûnerên hilbijartî yên vê hewldana yekîtiyê ye û weke hemû endamên Meclîsê berpirsiyarîyekî girîng û giran daye ser milê xwe.
HEVBENDÎ, gavek girîng ya lêgerîna avakirina îradeyeke siyasî ya hevpar e ku li dora mafên neteweyî yên kurdan, mafê çarenûsiyê û daxwazên statuya siyasî hatine ba hevdû. Lê belê piştî ragihandina vê hewldanê ya ji bo raya giştî, li dijî endam û berpirsyarên Hevbendîyê operasyonek hate lidarxistin û di 17ê Mijdara 2026an teva Cîgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay 14 kes hatin binçavkirin. Bêgûman ev bûyer û pêşhateyên rû dan, li ser lêgerîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan û mafê xebata siyaseta demokratîk jî gotûbêjên nû bi xwe re anîn.
Baş e, çi derdê we heye?
Pirsa sereke ya ku divê bê pirsên ev e. Divê ji wan kesên ku dibêjin em “welatê hevpar, entegrasyonê û komara demokratîk” diparêzin bê pirsîn ku hergav van têgehan tînin zimên. Baş e, ji bo çi hûn ji hatina cem hev ya kurdan ku dixwazin îradeyek neteweyî û yekîtîyek siyasî ava bikin, ew qas aciz dibin?
Sedema van êrîş, tawanbarî û helwesta we ya dijminane ya li hemberî HEVBENDÎyê çi ye?
Ma parastina yekîtiya neteweyî ya kurdan ji kengî ve bûye sûc?
Hatina ba hevdû ya kurdên xwedî nêrînên siyasî yên cuda li ser zemîneke hevpar, çima we ewqas aciz dike?
Ji aliyekî ve behsa “entegrasyon, welatê hevpar û komara demokratîk” tê kirin; lê ji aliyê din li dijî hewldanên yekîtiya kurdan ya bi îradeya xwe ya neteweyî avakirine derdikevin; ma mirov vê yekê dikare çawa şîrove bike?
Divê hûn nakokîya di navbera rexneyên xwe yên li siyaseta dewletê û helwesta xwe ya li hemberî hewldanên yekîtiya neteweyî yên kurdan de rave bikin. Divê hûn bi awakî zelal diyar bikin, bê sedema helwest û êrîşên we yên li hemberî HEVBENDÎyê çi ye? Bêyî ku hûn li dijî hişmendîya dewletê ya ku mafên neteweyî yên kurdan qebû nake, mafê diyarkirina paşeroja kurdan nas nake derkevin, dubarekirina gotinên “entegrasyon û welatê hevpar”, nakokiya nava van gotûbêjan ji holê ranake.
Gotina dawî
Cano Amedî ne ku niha dibe qehremanekî nû. Ew ji berê de welatparêz, şoreşger û têkoşerekî miletê Kurd bû; ji bo vê xebat û têkoşîna xwe bedel dida û îro jî li ser heman xeta xwe ya siyasî xebata xwe didomîne. Em wî wek têkoşer û qehremanekî dibînin. Lê ew xwe wek xizmetkarekî miletê xwe dibîne.
Kekê Cano, tu bi xêr û xweşî hatî!
Silav û rêz ji bo te û hemû hevalên te yên têkoşer û qehreman!
Cengîz Gungor
Nûnerê PWK yê Stenbolê
Kurdîya wê: Zinar Soran

