Li VIDEOyê temaşe û gohdar bikin!
14 siyasetmedarên Kurd ên ku di çarçoveya operasyonên li dijê endam û birêvebirên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de li Amedê, Mêrdîn, Riha, İdir û Enqereyê hatibûn desteserkirin, piştî karên li dadgehê hatin berdan.
14 siyasetmedarên Kurd ên ku sewqî dozgeriyê û dadgehê hatibûn kirin serbest man.
Biryara berdanê ji aliyê malbat, parêzer û welatiyên ku li ber dadgeha Diyarbekirê, li bendî wan bûn, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Operasyon li 4 bajarên Kurdistanê û li Enqereyê hatibû kirin
Operasyonên ku navenda wan Amed bû, saet 05.30 sibeha 17ê Çiriya Paşîna 2026an li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê li bajaran hatibûn kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, li Enqereyê û endamên meclîsa HEVBENDÎ yê Ramazan Taşdemîr, Dîyar Ozbakiş jî Îdirê li dozgeriyê îfadeyên xwe dan û piştre hemû kesên desteserkirî hatin berdan.
Di nav 14 siyasetmedarên Kurd ên ku di operasyonan de hatibûn desteserkirin de Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, û nûnerê PÊLKURDê Fuat Onen, nûnerên PDK-Bakur Abdullah Aydin, Ahmet Geçer, endama PWKyê Rojbîn Bukun, kesayetên serbixwe yên kurdistanî Alî Oncu, Sevgî Çelîk, Alî Çeven, Ramazan Taşdemîr, Dîyar Ozbakiş, Arjîn Ceylan, Fûat Akkaya hebû.
Li aliyê din, polîsan di heman operasyonê de, bi ser mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de jî girtibûn, lê ji ber ku M. Ozçelîk wê demê li Hewlêrê bû, nehatbû desteserkirin.
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çawa hatibû avakirin?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) 7ê Mijdarê 2026an di konferansa ku li Amedê lidarket de bi beşdariya 170 siyasetmedaran hatibû damezirandin û bi şêwirmendiyek (Meclîsek) 51 kesî hatibû avakirin.
HEVBENDÎ 9ê Çiriya Paşîn bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hatibû ragihandin.
Ev Hevbendî ji aliyê partî, tevger û kesayetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê ve hatiye avakirin.
Piştî operasyonan hem ji alîyê pêkhateyên HEVBENDÎyê û hem jî ji alîyê gelek partî, sazîyên sivîl, kesayet, rewşenbîr yên her çar beşên Kurdistanê û Kurdê Dîyaspora, bi daxuyaniyan şermezar kiribûn û nerazîbûna xwe nîşandabûn û tekez kiribûn ku dê ewê têkoşîn û piştgirîya xwe bidomînin.
Rûpela Nû/Diyarbekir
19.11.2026







