Li Hewlêrê civîna asta bilind: Rewşa Sûriyeyê û mafên pêkhateyan hatin gotûbêjkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî qebûl kir.

13 Cotmeh 2026

Di civînê de geşedanên herî dawî yên herêmê, rewşa giştî ya Sûriyeyê û rewşa kurdan a li wî welatî bi berfirehî hatin nirxandin û her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Sûriyeyeke aram û ewle ku tê de mafên kurdan û hemû pêkhateyan parastî bin.

Barzanî her wiha bal kişand ser giringiya pêşxistina peywendî û hevkariya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel Sûriyeyê.

Di hevdîtinê de Mezlûm Ebdî jî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û ji ber helwest û piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên kurdan û hewldanên wî yên ji bo aştî û seqamgîriyê minetdariya xwe anî ziman. (PK)