PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne

Li gorî medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), amadekariyê dike ku di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di kongreyê de hem navê xwe hem jî kadroyên xwe yên sereke biguherîne.Li gorî çavkaniyan tê…

25 Tebax 2026

 Li gorî medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), amadekariyê dike ku di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di kongreyê de hem navê xwe hem jî kadroyên xwe yên sereke biguherîne.

Li gorî çavkaniyan tê çaverêkirin ku di vê kongreyê de di nava kadro, rêveberî û siyaseta partiyê de guherînên bingehîn pêk werin.

Tê gotin ku ev biryar li ser pêvajoya li Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re tê meşandin û Peymana Entegrasyonê ya 29ê Çileyê ya bi Şamê re hatiye dayîn.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku ji ber geşedanên dawî yên herêmî û pêvajoya nû, amadekariyên kongreyê bi lez berdewam dikin û heta îdîayek heye ku dibe navê partiyê jî di ê kongreyê de bê guherandin.