Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn

Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şopandina şewatên li Silêmaniyê telefonî wî kiriye.Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:" Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kek Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ji ber van…

19 Tebax 2026

Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şopandina şewatên li Silêmaniyê telefonî wî kiriye.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:

” Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kek Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ji ber van şewatan piştgirî û hevxemiya xwe nîşan da.”

Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn ku Mesrûr Barzanî sedem û zererên şewatan pirs kiriye, bi taybetî jî şewata vê êvarê ya li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê.

Heval Ebûbekir her wiha got:

“Me ji Serokwezîr xwest ku li ser asta Herêma Kurdistanê komîteyek were avakirin ku sedemên van şewatan werin zanîn û bên kontrolkirin.”

Komîteyên lêkolînê hatin avakirin

Parêzgarê Silêmaniyê derbarê rêkarên xwecihî got:

“Niha me li parêzgehê 2 komîte ji bo lêkolîna sedemên şewatan ava kirine.”

Şeva borî li taxa Tanceroyê ya Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket ku zêdetirî 3 milyon lître benzîn û gaz tê de hebû.

Ji ber wê şewatê kargeheke qîrê û çendîn depoyên din ên nêzîkî cihê bûyerê şewitîn.

Li gorî amarên Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di bûyerê de 41 kes birîndar bûne ku 6 ji wan karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan in.

Îro jî derdora saet 18:30î li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê agir bi benzînxaneyê ket.