Li Hewlêrê 5 dron hatin xistin

Şeva borî bi dronan êrişî baregehên Komele û PDK-Îyê yên li Hewlêrê hat kirin.Hinek dron li Dola Alaneyê û Kampa Cejnîkanê ketin xwarê û dronek jî li asmanê Xelîfanê hat xistin.Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê Emced Husên Penahî ji Rûdawê…

28 Tîrmeh 2026

Şeva borî bi dronan êrişî baregehên Komele û PDK-Îyê yên li Hewlêrê hat kirin.

Hinek dron li Dola Alaneyê û Kampa Cejnîkanê ketin xwarê û dronek jî li asmanê Xelîfanê hat xistin.

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand ku bi du dronan êrişî Komeleyê hatiye kirin û got:

“Êriş demjimêr 00:20î li ser Dola Alaneyê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn.”

Penahî her wiha da zanîn ku ji destpêka şer ve bi zêdetirî 95 mûşek û dronan baregehên Komeleyê hatine hedefgirtin.

Êrişa li ser PDK-Îyê

Çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) jî ji Rûdawê re ragihand:

“Îşev demjimêr 00:30î du dron li nav Kampa Cejnîkanê ya li rojhilatê Hewlêrê ketin xwarê lê ti zererên canî nînin.”

Kampa Cejnîkanê cihê mana beşek ji malbat û xizmên Pêşmerge û kadroyên PDK-Îyê ye.

Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê kamp hatibû valakirin.

Agir bi zeviyan ket

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar diyar kir ku li Dola Alaneyê û gundekî qezaya Xelîfanê li sê cihan ji ber xistina dronan agir derketiye.

Endam Cebar her wiha da zanîn ku hinek perçeyên wan dronên ku hatine têkbirin ketine hewşên malan.