Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Düsseldorfê, Almanya li dar xist

Ji gelek bajarên Almanyayê û ji gelek welatên Ewropayê nivîskar û nûnerên dezgehên akademîk û çand û hûnerê beşdarî vê kongrê bûn. Di kongrê de amade bûyina nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerde û Ciwanan jî bi çoşek mezin…

26 Tîrmeh 2026

Ji gelek bajarên Almanyayê û ji gelek welatên Ewropayê nivîskar û nûnerên dezgehên akademîk û çand û hûnerê beşdarî vê kongrê bûn. Di kongrê de amade bûyina nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerde û Ciwanan jî bi çoşek mezin hat pêşwazî kirin
Axeftina birêz Şifa Barzanî hêviyên nû ji bo avakirina diasporayek bi bandor û xurt zêde kir û bal kişand ser kêmasiyan û girîngiya yekrêzîyê
Di kongrê de ji her çar perçeyên Kurdistanê nivîskar, akademîsyen û nûnerên partiyên kurdistanî bi peyam û axeftinên xwe kongre dewlemendtir kirin.
whatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-19-2.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-19-1.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-19.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-18-4.jpeg
Kongre bi hûnermend Zûbeyir Salih û du stranên wî yên hêja reng û coşek taybet da kongrê. 
Nivîskar û endamê Meclisa PWK, Siraç Kirici jî beşdarî vê kongrê bû û axeftina xwe pêşkêş komîteya amedekar Sedîq Şernexî kir.
Ev kongre wekî gavêk girîng di rêya rêxistinkirina nivîskarên kurd li diasporayê û xurtkirina çand û edebiyata kurdî de tê nirxandin.

Rupela Nû/Almanya
whatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-18-3.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-18-2.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-18.jpegwhatsapp-image-2026-07-26-at-11-42-17-1.jpeg