Dijetirora Kurdistanê: Hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê êxistin

Dijetirora Kurdistanê ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kariye hejmareka dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê têk bibin û bixin xwarê, bêyî ku çi zirarên canî jê peyda bibin.Dijetirora Kurdistanê di daxuyaniyeka fermî de aşkere kir ku îşev (Çarşem, 15ê Tîrmeha…

16 Tîrmeh 2026

Dijetirora Kurdistanê ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kariye hejmareka dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê têk bibin û bixin xwarê, bêyî ku çi zirarên canî jê peyda bibin.

Dijetirora Kurdistanê di daxuyaniyeka fermî de aşkere kir ku îşev (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di navbera saet 20:53 heta 21:20 de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi rengekê serkeftî kariye 8 dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê têk bibin û bixin xwarê.

Li gorî wê daxuyaniyê, ji ber van êrîşan tu zirarên canî çê nebûne û niha rewşa paytextê bi tevahî aram e.

Ji aliyekê din ve jî, Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Kurdistan24ê eşkere kir ku pêvajoya rabûn û dadana balafiran li gorî bernameya wan a diyarkirî bi rê ve diçe û qada asmanî ya paytextê parastî û normal e.