HEWLÊR – Li Balekayetiyê dronek ket

Li gundê Darûselamê yê li navçeya Gelaleyê ya herêma Balekayetiyê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê.Bi ketina wê dronê re agir bi pel û pûşên derdora gund ket.Dron îro demjimêr derdora 12:10an ket xwarê.Heta niha nayê zanîn ew dron a…

11 Hezîran 2026

 Li gundê Darûselamê yê li navçeya Gelaleyê ya herêma Balekayetiyê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê.

Bi ketina wê dronê re agir bi pel û pûşên derdora gund ket.

Dron îro demjimêr derdora 12:10an ket xwarê.

Heta niha nayê zanîn ew dron a kîjan welatî ye.

Berpirsê Binkeya Parastina Sivîlan a Sêmîlanê Nizar Çeto li mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Di dema ketinê de agir ji dronê bilind bûye û ji ber vê yekê agir bi pel û pûşê herêmê ketiye.”

Nizar Çeto derbarê şewatê de ragihand ku tîmên wan li cihê ku dron lê ketiye xwarê ne û niha agir hatiye kontrolkirin.