CENTCOM: Îranê mûşeka balîstîk avêt Kuweytê

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Îranê bi mûşeka balîstîk Kuweyt kiriye hedef û mûşek ji aliyê artêşa Kuweytê va hatiye astengkirin.Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê Xê de wiha hat gotin:"27ê Gulanê bi dema Rojhilat demjimêr…

28 Gulan 2026

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Îranê bi mûşeka balîstîk Kuweyt kiriye hedef û mûşek ji aliyê artêşa Kuweytê va hatiye astengkirin.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê Xê de wiha hat gotin:

“27ê Gulanê bi dema Rojhilat demjimêr 22:17an, Îranê mûşeka balîstîk avêt Kuweytê û mûşek ji aliyê hêzên Kuweytê ve hat astengkirin.”

Di daxuyaniyê da êrişa li ser Kuweytê bi rengê “binpêkirina agirbestê” hat nîşandan û hat destnîşankirin Îranê berî vê êrişê 5 dronên kamîkaze jî firandine.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê dronên navborî asteng kirine.

 

RÛDAW