Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê

Keştiya herî mezin ya DYAyê ya balafiran ya bi navê USS Gerald R. Ford, piştî 11 mehan dageriya DYAyê.Keştî ji aliyê wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth û malbatên deryavanan de li eyaleta Virginia li baregeha deryayê hat pêşwazîkirin. Wezîrê…

19 Gulan 2026

Keştiya herî mezin ya DYAyê ya balafiran ya bi navê USS Gerald R. Ford, piştî 11 mehan dageriya DYAyê.

Keştî ji aliyê wezîrê bergiriyê yê DYAyê Pete Hegseth û malbatên deryavanan de li eyaleta Virginia li baregeha deryayê hat pêşwazîkirin. Wezîrê bergiriya DYAyê Pete Hegseth got:

“Ev çîrokekî bê hempa ye û divê îro tekane behsa îro bêkirin. Ji bo bergiriya ala vê derê bikin, 3 car li dora dinyayê geriyaye, ev qehremaniya deryavanaye, şiyan û nûnertiya wan e.”

Di wexta pêşwaziya wan de malbatên 4,500 leşkeran amade bûn.