Çînê hişyarî da welatîyên xwe bi lez ji Îranê derkevin

Balyozxaneya Çînê li Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê bang li welatiyên xwe kir ku herî zû ji Îranê derkevin û herin herêmên ewle.Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ew kesên hîn li Îranê mane, divê xwe ji nêzikbûna li cihên…

24 Nîsan 2026

Balyozxaneya Çînê li Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê bang li welatiyên xwe kir ku herî zû ji Îranê derkevin û herin herêmên ewle.

Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ew kesên hîn li Îranê mane, divê xwe ji nêzikbûna li cihên hestiyar, ji wan jî saziyên dewletî û leşkerî biparêzin.

Her wiha ji welatiyên Çînî hat xwestin ku di dema rûdana rewşên awarte de, yekser têkiliyê bi berpirsên navxweyî re bigrin û ji nûnertiyên dîplomatîk ên Çînê daxwaza alîkariyê bixwazin.