Siyamend Efrîn: Me bi şandeya Şamê re dosyeya girtiyan nîqaş kir

Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî "Siyamend Efrîn" tê naskirin, ragihand ku wî bi şandeya Serokê Sûriyeyê re dosyeya girtî û koçberan nîqaş kiriye.Mehmûd Xelîl Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand…

25 Adar 2026

 Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî “Siyamend Efrîn” tê naskirin, ragihand ku wî bi şandeya Serokê Sûriyeyê re dosyeya girtî û koçberan nîqaş kiriye.

Mehmûd Xelîl Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand ku ew roja sêşemê bi şandeya Serokê Sûriyeyê re civiyaye û bi wan re gelek dosye nîqaş kirine.

Vegera koçberan û dosyeya girtiyan

Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe eşkere kir ku şandeya Serokatiya Sûriyeyê ji Ehmed Hîlalî û Xalid Hîlalî pêk hatibû.

Di civînê de dosyeya girtiyan û çawaniya çareserkirina vê dosyeyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha nîqaş li ser mekanîzmaya vegera koçberan a ji bo bajarên wan, pêkanîna aramiyê û xurtkirina gavên baweriyê hatin kirin.