ROJAVA – Bîlançoya êrişan: Bi sed hezaran koçber, bi sedan kuştî û bi hezaran girtî hene

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amarên binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên Rêveberiya Xweser eşkere kirin.Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Rêveberiya Xweser bûne sedema bîlançoyeke giran.Ji ber van êriş û…

23 Sibat 2026

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amarên binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên Rêveberiya Xweser eşkere kirin.

Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Rêveberiya Xweser bûne sedema bîlançoyeke giran.

Ji ber van êriş û aloziyan li herêmê karesateke mezin a mirovî derketiye holê û mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.

Kuştî, birîndar û girtî

Li gorî amarên Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), di encama êrişan de heta niha zêdetirî hezar û 200 kesî hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene.

Her wiha hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar sivîlan girtine.

Di amaran de hat destnîşankirin ku 526 kes “winda” ne û eqûbeta wan nayê zanîn.

Li hêla din termên 270 kesan jî radestî malbatên wan nehatine kirin.

Navendê da zanîn ku li girtîgehên Şeqîf û Helebê şkence li hezar girtiyan tê kirin.

Bi sed hezaran koçber hene

Ji ber şer û êrişan pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiriye.

Heta niha zêdetirî 160 hezar kesî ji Helebê koçber bûne û ew ji mal û milkên xwe bûne.

Her wiha ji Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kesî koçber bûne.

Dorpêça li ser bajaran didome

Artêşa Ereban a Sûriyeyê bajarên Rojavayê Kurdistanê dorpêç kirine.

Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê mehek derbas kiriye û pirsgirêkên jiyanî yên xelkê zêde dibin.

Li bajarê Hisîçayê (Hesekê) jî siyaseta birçîkirinê bi zanebûn tê meşandin.

Ev dorpêç û siyaseta birçîkirinê jiyana sivîlan dixe xeteriyeke mezin.

Li gorî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), amar bi vî rengî ne:

Kuştî (Sivîl, Jin û Zarok): Herî kêm 1200

Girtiyên sivîl: Herî kêm 2000

Winda: 526

Termên radestnekirî: 270

Girtiyên ku li Girtîgehên Şeqîf û Helebê şkence li wan tê kirin: 1000

Koçberkirin

Koçberên ku ji Helebê derketine: Herî kêm 160 hezar

Koçberên ku ji Reqa û Tebqayê derketine: Herî kêm 100 hezar

Dorpêçkirina Bajaran

Kobanî: Dorpêçê mehek derbas kiriye

Hisîça (Hesekê): Siyaseta birçîkirina bi zanebûn heye