Mesûd Pizîşkiyan: Em bi Kurdistanê re bira ne

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, welatê wî bi gelên herêmê re xwedî dîrok û xizmatiyeke kûr e û dixwazin têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi cîranan re xurt bikin.Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Sibatê di çarçoveya "Kongreya Navdewletî…

14 Sibat 2026

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, welatê wî bi gelên herêmê re xwedî dîrok û xizmatiyeke kûr e û dixwazin têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi cîranan re xurt bikin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Sibatê di çarçoveya “Kongreya Navdewletî ya Derfetên Veberhênanê û Dabînkirina Darayî ya ji bo Rê û Piran” de gotarek pêşkêş kir û got: “Em bi Komara Azerbaycan, Iraq, Kurdistan û yên din re bira û xizmên hev in.”

Serokkomarê Îranê herwiha behsa peywendiyên bi Tirkiye, Afganistan û Tirkmenistanê re kir û diyar kir ku dîroka wan a hevpar digihîje bi hezaran salan. Pizîşkiyan anî ziman ku ew dixwazin van têkiliyan ji nû ve zindî bikin û bixin xizmeta geşepêdana herêmê.

Mesûd Pizîşkiyan herwiha got: “Em bawer dikin ku rêyên peywendiyê yên di navbera me de, rêyên aştî, geşepêdana zanistî û zêdekirina şiyanên me ne. Bi vekirina rêyan, em dikarin ewlehî û aboriya xwe mîsoger bikin.”