Macron: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe

Serokê Fransayê ji Kurdistan24ê re ragihand: Divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re…

13 Sibat 2026

Serokê Fransayê ji Kurdistan24ê re ragihand: Divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.

Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe.

Serokê Fransayê tekez jî kir ku, divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.

Emanuel Macron herwesa got: Ez çend caran bi Melûm Ebdî re axivîme û me karên baş ji Rojavayê Kurdistanê re kirine û agirbesta di navbera HSD û hikûmetê de ji bo ewlehiya deverê girîng e. Kur û keçên qehreman ên Kurd li şûna me li dijî terorê şer kir.

Navbirî amaje jî da: Em piştgiriyê didin serwerî û yekîtîya Sûrîyeyê û em rewşa Sûrîyeyê ji nêz ve dişopînin. Tekez jî kir: Em dê bê guman qurbanîyên HSDê ji bîr nekin.

(K24)