Îsraîlê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê derbarê rewşa Kurdên li Sûriyeyê peyamek belav kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmîneyan.Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Kurdên li Sûriyeyê tenê ji ber nasnameya xwe rastî…

27 Çile 2026

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê derbarê rewşa Kurdên li Sûriyeyê peyamek belav kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmîneyan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Kurdên li Sûriyeyê tenê ji ber nasnameya xwe rastî zext û zoriyan tên.

“Kurd rûbirûyî koçberiyê dibin”

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dema ku cîhan nîqaşa sernavan dike, kêmîne di bêdengiyê de tên tunekirin.

Kurdên li Sûriyeyê rûbirûyî koçberî, zext û tundiyê dibin. Tenê ji ber ku ew kî ne.”

“Bêdengî ne bêalîbûn e”

Di dawiya peyamê de bal hat kişandin ser gerdûniya mafên mirovan û hat gotin:

“Mafên mirovan ne bijartî ne. Bêdengî ne bêalîbûn e.”