Mezlûm Ebdî li ser agirbest û entegrasyonê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi şandeyeke Amerîkayê re civîneke "berhemdar û avaker" pêk aniye û got, "Em dê ji bo parastina agirbestê bi hemû şiyanên xwe bixebitin."Mezlûm Ebdî piştî civîna li gel…

23 Çile 2026

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi şandeyeke Amerîkayê re civîneke “berhemdar û avaker” pêk aniye û got, “Em dê ji bo parastina agirbestê bi hemû şiyanên xwe bixebitin.”

Mezlûm Ebdî piştî civîna li gel Nûnerî Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyê de wiha got:

“Me li Herêma Kurdistana Îraqê bi Balyozê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Admiral Brad Cooper re civîneke berhemdar û avaker li dar xist.

Piştgiriya Amerîkayê û siyaseta Serok Trump a ji bo agirbestê gelekî girîng e û cihê teqdîrê ye.

Her wiha, hewlên Balyoz Barrack ên ji bo hêsankirina diyalog û dan û standinên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de cidî, bingehîn û gelekî bi qîmet in.

Em dê bi hemû şiyan û karînên xwe bi xîret bixebitin da ku bigihîjin entegrasyoneke rasteqîn û agirbesta heyî biparêzin.”