Mezlûm Ebdî: Parastina herêmên Kurdan xeta sor e

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Parastina herêmên Kurdan xeta sor e.”Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê peyamên lezgîn belav kirin.Mezlûm Ebdî ragihand…

20 Çile 2026

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Parastina herêmên Kurdan xeta sor e.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê peyamên lezgîn belav kirin.

Mezlûm Ebdî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên dijwar ên li ser bajarên Hisîça, Kobanî û derdora wan didomîne.

“Em vekişiyan herêmên Kurdan”

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku ew vekişiyane herêmên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û wiha got:

“Em vekişiyan wan herêmên ku piraniya wan Kurd in. Parastina wan xeta sor e û em dê di parastina wan de texsîrê nekin.”

Mezlûm Ebdî her wiha got, “Hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên dijwar ên li ser Hisîça, derdora wê û bajarê Kobaniyê didomîne.”

“Nobedarên Kampa Holê vekişiyan”

Mezlûm Ebdî hişyarî da ku êrişên li ser navendên girtina çekdarên DAIŞê zêde bûne û rewşa Kampa Holê metirsîdar e:

“Êrişên li ser navendên girtina çekdar û malbatên DAIŞê yên li Şedadê û Kampa Holê bi awayekî metirsîdar zêde bûne.

Kampa Holê ji doh êvarê ve rûbirûyî êrişên tund û hewldana kontrolkirinê dibe.

 Nobedarên Kampa Holê rûbirûyî êrişa karwanên leşkerî, zirxpoş û tankan bûn, lewma neçar man vekişin.”

Banga ji bo Hevpeymaniya Navneteweyî

Fermandarê HSDyê her wiha bangî Hevpeymaniya Navneteweyî û hikûmeta Sûriyeyê kir:

“Em bang li Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên di parastina navendên girtina çekdarên DAIŞê de bi cih bîne.

Em bangî  hikûmeta Sûriyeyê jî dikin ku êrişan rawestîne û vegere ser maseya gotûbêjan.”

Ebdî di dawiyê de silav li berxwedana xelkê û şervanan kir ku li dijî “êrişên hovane û kuştina sîstematîk a li dijî Kurdan” li ber xwe didin.