Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Çileyê di daxuyaniyekê de…

17 Çile 2026

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî “gaveke siyasî û yasayî ya rast” binav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Çileyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, bingeha avakirina Sûriyeyeke nû û mîsogerkirina mafên hemû welatiyan e.

“Divê ev maf di destûrê de werin çespandin”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser giringiya pirrengiyê û diyar kir, rêzgirtina li cudahiyan ne sedema dabeşbûnê, lê çavkaniya hêz û aramiya niştimanî ye. Herwiha tekez kir, nirxa bingehîn a vê mersûmê di bicihbirina wê de ye û wiha got:

“Ji bo ku ev biryar mayînde bin, divê bibin yasayên kirdarî û di destûra dahatû ya Sûriyeyê de werin çespandin. Em piştgiriya her hewldanekê dikin ku dewletekê li Sûriyeyê ava bike ku hemû pêkhateyan bêyî cudahî di hembêza xwe de bigire û mafên wan ên siyasî û çandî biparêze.”

Banga ji bo diyalog û hevkariyê

Serokê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyên li Sûriyeyê kir ku dûrî tundûtûjiyê bi hev re kar bikin, da ku mekanîzmayên zelal ji bo bicihbirina vê mersûmê werin danîn û ev biryar derbasî qada siyaseta pratîk bibin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Nêçîrvan Barzanî careke din amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ji bo mîsogerkirina aştî û aramiya li herêmê, ew ji bo her cure hevkariyê amade ne.