CENTCOMê derbarê şerê li Helebê daxuyanî da

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper li ser bûyerên dawî yên li bajarê Helebê û derdora wê daxuyaniyek belav kir û bangî hemû aliyan kir ku "herî zêde xwe ragirin."Brad Cooper diyar kir ku ew geşedanên li…

14 Çile 2026

 Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper li ser bûyerên dawî yên li bajarê Helebê û derdora wê daxuyaniyek belav kir û bangî hemû aliyan kir ku “herî zêde xwe ragirin.”

Brad Cooper diyar kir ku ew geşedanên li Helebê û herêmên derdora wê ji nêzîk ve dişopînin.

“Divê parastina sivîlan bibe pêşengî”

Fermandarê CENTCOMê bangî aliyên li qadê kir ku ji bo rêlibergirtina aloziyan gavan biavêjin û got:

“Em bang li hemû aliyan dikin ku herî zêde xwe ragirin û ji wan tevgerên ku tansiyonê zêdetir dikin dûr bikevin. Divê parastina sivîlan û binesaziyên krîtîk wekî pêşengî were dîtin.”

“Li maseya dan û standinan vegerin”

Brad Cooper her wiha bangî aliyên peywendîdar kir ku bi rêyên dîplomatîk pirsgirêkan çareser bikin û wiha pê de çû:

“Em banga xwe ya ji bo hemû aliyên peywendîdar ducare dikin da ku bi niyeta baş li ser maseya danûstandinan vegerin û bi rêya diyalogê li pey çareseriyeke dîplomatîk a mayînde bin.

Wekî ku min berê jî gotibû, Sûriyeyeke ku di nav xwe de û li gel cîranên xwe di aştiyê de be, dikare bibe sedema Rojhilateke Navîn a biaramtir û dewlemetir.”

Cooper di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku parastina aştî û aramiya li herêmê berjewendiya hevbeş a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Sûriyeyê ye.