Erzaniyê xwe li Weşanên Avestayê danî: 30 saliya xwe pîroz dike

Weşanên Avestayê salvegera 30yemîn a damezirandina xwe û hatina sersala nû bi kampanyayeke mezin a erzaniyê pîroz dike.Weşanên Avestayê li ser torên civakî kampanyaya xwe ya erzaniyê ragihand.Avestayê ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo hemû pirtûkên kevn û…

27 Kanûn 2025

Weşanên Avestayê salvegera 30yemîn a damezirandina xwe û hatina sersala nû bi kampanyayeke mezin a erzaniyê pîroz dike.

Weşanên Avestayê li ser torên civakî kampanyaya xwe ya erzaniyê ragihand.

Avestayê ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo hemû pirtûkên kevn û nû ji sedî 40 erzanî hatiye kirin.

Her wiha ji bo setên pirtûkan jî rêjeya erzaniyê wekî ji sedî 50 hatiye diyarkirin.

Kampanyayê îro dest pê kir û dê heta 4ê Kanûna Paşîn a 2026an berdewam bike.

Xwîner dikarin ji malpera fermî ya Weşanên Avestayê û şaxên wê yên li navçeya Sûrê ya Amedê û navçeya Beyogluyê ya Stenbolê sûdê ji vê kampanyayê wergirin.