Mezlûm Ebdî û Şêxê Şemeran rûniştin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, li Hisîçayê (Hesekê) bi şêxê meşayixên eşîra Şemeran Şêx Manih Himêdî el-Cerba re rûnişt.Di hevdîtinê de civîna dawî ya di navbera Şêx Manih û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer…

22 Mijdar 2025

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, li Hisîçayê (Hesekê) bi şêxê meşayixên eşîra Şemeran Şêx Manih Himêdî el-Cerba re rûnişt.

Di hevdîtinê de civîna dawî ya di navbera Şêx Manih û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û kar û barên siyasî, xizmetguzarî û ewlehiyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şêx Manih hûrgiliyên hevdîtin û şêwirmendiyên xwe yên li gel Ehmed Şer û kesayet û aliyên din ên ku bi wan re hevdîtin kiribûn, bi Mezlûm Ebdî re parve kirin.

Girîngiya Peymana 10ê Adarê

Di civînê de girîngiya hevbeşiya di navbera pêkhateyên cuda de û rola aliyên siyasî û sivîl a di avakirina têgihiştinên zelal ên ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê bilind hat nirxandin.

Şêxê Şemeran vê hefteyê çûbû Şamê û bi gelek kesayetiyan re hevdîtin kiribûn ku di nav wan de Ehmed Şer jî hebû.