100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?

Tê pêşbînîkirin ku 100 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîşê tevlî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê bibin.Tê payîn ku ev pêvajo heta dawiya sala 2025an bi dawî bibe.Heyeteke leşkerî ya Rêveberiya Xweser 13ê vê mehê çû…

18 Cotmeh 2025

Tê pêşbînîkirin ku 100 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîşê tevlî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê bibin.

Tê payîn ku ev pêvajo heta dawiya sala 2025an bi dawî bibe.

Heyeteke leşkerî ya Rêveberiya Xweser 13ê vê mehê çû Şamê û di encamê de ev biryar hat dayîn.

Li gorî peymanê, HSD dê li herêmên xwe bimîne û hêzên hikûmetê jî dê li cihên ku niha di bin kontrola wan de ne bimînin.

Dan û standin didomin

Endamê heyeta dan û standinan Senherîb Bersûm ragihand ku hevdîtin dê berdewam bikin da ku li ser hûrgiliyan li hev werin.

Senherîb Bersûm got, “Ji bo li ser hûrgiliyan peyman bên pêkanîn dan û standin dê berdewam bikin.

Her wiha peyman dê heta dawiya sala îsal bên pêkanîn û serdana me ya bê dê hefteya pêşiya me pêk were.”

ENKS: Divê Pêşmergeyên Rojê jî bên gotûbêjkirin

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku ew derbarê van dan û standinên leşkerî nehatine agahdarkirin û teqez dike ku nabe Pêşmergeyên Rojê yên ku hejmara wan 5 hezar in bên jibîrkirin.

Serokê Ofîsa ENKSyê ya Şamê, Mehabad Tizyanî ji Rûdawê re got, “Em bi awayekî fermî nehatine agahdarkirin û em prensîbên tevlîbûna HSDyê jî nizanin.

Pêşmergeyên Rojê beşek ji Kurdên Sûriyeyê ne ku li dijî rejîmê derketin û qebûl nekirin ku xelkê Sûriyeyê bê kuştin.”

Li gorî agahiyan, HSD dê piştî tevlîbûnê di çarçoveya sê firqeyan de li Hisîça, Reqa û Dêrezorê bimîne.

Her wiha dê lîwayên taybet ên jinan û yên dijîterorê jî bên parastin.