35 Durziyên revandî hatin vegerandin

Hate ragihandin ku îro 8ê Cotmehê 35 sivîl revandî, hatin berdan.Hate zanîn ku ew 35 kes ji aliyê hêzên Şamê ve dema bûyerên Siwêdayê hatibûn girtin û piştî 3 mehan ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegeriyan Siwêdayê.Çavkanîyan ragihandiye ku…

9 Cotmeh 2025

Hate ragihandin ku îro 8ê Cotmehê 35 sivîl revandî, hatin berdan.

Hate zanîn ku ew 35 kes ji aliyê hêzên Şamê ve dema bûyerên Siwêdayê hatibûn girtin û piştî 3 mehan ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegeriyan Siwêdayê.

Çavkanîyan ragihandiye ku hîna zêdetirî 40 sivîlên revandî hene û tu agahiyên fermî derbarê aqûbeta wan de nîn e. Xelkê Siwêdayê daxwaza eşkerekirina cihên wan û berdana wan dike.