Hemasê bersiv da Trump

Hemasê ragihand ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde.Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike heta êvara yekşemê dem dabû…

4 Cotmeh 2025

 Hemasê ragihand ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike heta êvara yekşemê dem dabû Hemasê.

Hemasê bersiva xwe ya li ser plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê radestî navbeynkaran kiriye û li ser hinek bendan daxwaza zelalkirinê kiriye.

Li gorî nûçeya AAyê, Hemasê ragihandiye ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde û birêvebiriya Xezeyê radestî hikûmeteke teknokrat a Filistînî bike.

Hemasê gotiye “Divê pirsgirêkên di plana Trump de yên girêdayî paşeroja Xezeyê û mafên Filistîniyan, di çarçoveyeke ‘niştimanî ya yekgirtî’ de bên çareserkirin ku dispêre yasayên navneteweyî.”

Plana Trump

Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê planek eşkere kiribû.

Qesra Spî plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê eşkere kiribû.

Li gorî planê, Xeze dê bibe herêmeke “bê teror da ku gefê li cîranên xwe neke” û ji bo berjewendiya xelkê xwe yê ku êşên mezin kişandine ji nû ve were avakirin.

Li gorî planê, eger her du alî pêşniyarê qebûl bikin, şer dê yekser bi dawî bibe.