Asayîşa Rojava: Li Reqayê 8 DAIŞî tevî çek û cebilxaneyan hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku li Reqayê di encama operasyonekê de 8 DAIŞî hatine girtin.Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê…

14 Îlon 2025

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku li Reqayê di encama operasyonekê de 8 DAIŞî hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Reqayê li dar xist û hate diyarkirin ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞê ku ji 8 kesan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxaneyên bi wan re hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneyê plana êrîşan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operaasyonên li dijî komên çeteyan bidomîn û bang li xelkê hate kirin, eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.