Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn

Heyeteke PWKyê, bi serokatîya Berpirsê Rêxistina Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û rêvebirên PWKyê Ali Saltik, Cemil Erol û Idris Turgay,roja 16.08.2025ê, li Almanyayê, beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûnHeyeta PWKyê li ser navê Serokê PWK Rêxistina Ewropayê…

17 Tebax 2025

 

Heyeteke PWKyê, bi serokatîya Berpirsê Rêxistina Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û rêvebirên PWKyê Ali Saltik, Cemil Erol û Idris Turgay,

roja 16.08.2025ê, li Almanyayê, beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn

Heyeta PWKyê li ser navê Serokê PWK Rêxistina Ewropayê Merd Baran Boskan mesajek pêrozbayîyê pêşkêşî PDK Liqa 6 Ewropa kir.

Ev jî peyama PWKyê ye:

“Ji bo Liqa 6 Ewropa ya Partîya Demokrata Kurdistanê

Hevalên hêja, Rêvebir, kadro û endamên Partîya Demokrata Kurdistanê(PDK)

Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nûnertîya Ewropayê bi dilgermî salvegera damezrandina 79 salîya PDK ê li rêvebir, kadir û endamên wê pîroz dikim û di xebatên wê de herdem

serkeftin dixwazim.

Ez her weha sersala Serokê Birêz Kek Mesûd Barzanî pîroz dikim jiyanek dirêj û bi xweşîtî hêvî dikim.

PDK di demek hestîyar de, di nav pêvajoya encamên şerê cîhanê duyem de û di avakirina Komara

Kurdistanê de hat damezrandin.

PDK ji wê demê heta roja îro bûye hîmê têkoşîn û berxwedana miletê kurd. Birêz Serok Barzanî ji çêbûnîya

xwe ve di nav vê têkoşîna pîroz de jîyaye. Ew him çavdêr û jîndarê wê têkoşînê ye, him serkêş û rêvebirê

vê têkoşîna pîroz e.

PDK û Serok Barzanî di avakirin û rêvebirina Kurdistana Federal de jî stûna bingehîn bûn û îro jî stûna

bingehîn a dewleta federal in.

Di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Naverast li ber guherînên mezin de ye, fersend û metirsîyên mezin li

pêşîya Kurdistanê û tevgera neteweya kurd hene. Herweha êrîşkarî û dorpêçên nijadperestên ereb û

mêtingehkarên din li ser Kurdistanê domdarin. Vê rewşa hestiyar, erk û barên PDK û Serok Barzanî girantir

û girîngtir dikin.

Em baş dizanin ku di vê rewşa îroyîn de hevkarî û yekrêzîya navmala kurd di her warî de ji her demî

girîngtir e. Em bi bawer in ku di vî warî de erk û barê li ser milên Serok Barzanî ji bona seranserê

Kurdistanê jî pir giran û watedar e.

Em Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK him li Kurdistana Bakur û him di têkilîyên navbera parçeyên

Kurdistanê de li gora derfetên xwe hevkarê dostanî û yekrêzîya navmala kurd in û ji bona pêkanîna erkên

xwe herdem amade ne.

Em dubare salvegera damezrandina PDK û Rojbûyîna Serok Barzanî ji dil û can ve pîroz dikin, silav û

rêzgirtinên xwe pêşkêş dikin.

Bijî yekrêzîya navmala kurd!

Bijî Kurd û Kurdistan! “.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

534809705-122233857074061668-57848334869231278-n.jpg