Serok Barzanî: PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê bûye

Serok Mesûd Barzanî di salvegera damezirandina PDKyê de ragihand, “PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştî û kûrkirina piralîbûnê bûye.”Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî 79 salan hat damezirandin.Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozkirina damezirandina PDKyê de da…

16 Tebax 2025

 Serok Mesûd Barzanî di salvegera damezirandina PDKyê de ragihand, “PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştî û kûrkirina piralîbûnê bûye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî 79 salan hat damezirandin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozkirina damezirandina PDKyê de da zanîn ku damezirandina PDKyê ji bo berdewamî û dirêjkirina xebata gelê Kurdistanê ya li hemberî “planên neyar û dagirkerên Kurdistanê ku bi hemû hêz û şiyana xwe hewla şikandina îradeyê û bêdengkirina xebata gelê Kurdistanê didan pêwîstiyeke dîrokî bû”.

Serok Barzanî her wiha anî ziman:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji destpêka damezirandina xwe ve heta niha ji bo parastina maf, pênase û hebûna gelê Kurdistanê amrazek bûye.

Di heman demê de jî amraz bûye ji bo pêkhatina armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.”

Serok Barzanî Di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê, kûrkirina piralîbûn, biratî û bihevrejiyanê bûye û di vî warî de rola xwe ya pêşeng li rawestgehên girîng û yekalîker ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Îraqê bi başî lîstiye.”