Parlamentoya Iraqê li dijî Îsraîlê hin biryar dan

Parlamentoya Iraqê îro 17ê Hezîranê li ser geşedanên dawî yên şerê Îsraîl-Îranê civîneke awarte li dar xist û çend biryarên li dijî Îsraîlê ragihand. Herwiha hate gotin, “Iraq nikare bi awayekî leşkerî tevlî şerê niha yê di navbera Îran û…

17 Hezîran 2025

Parlamentoya Iraqê îro 17ê Hezîranê li ser geşedanên dawî yên şerê Îsraîl-Îranê civîneke awarte li dar xist û çend biryarên li dijî Îsraîlê ragihand. Herwiha hate gotin, “Iraq nikare bi awayekî leşkerî tevlî şerê niha yê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe.”

Di civîna ku bi mijara “binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve” hate lidarxistin de, çend xal hatin gengeşe kirin û helwesta Iraqê ya ji bo piştevaniya gelê Îranê hate tekez kirin.

Binpêkirinên Îsraîlê li ser esmanê Iraqê û bikaranîna ji bo êrîşkirina li ser Îranê di civînê de hate redkirin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê hate kirin ku rêkarên dijber werbigire.

Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamento) piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Iraqê diyar kir daku li ser astên herêmî û navneteweyî tevgerên xwe yên dîplomatîk di vî warî de ji nû ve dest pê bike.

Di dawiyê de jî yekîtîya navxweyî ji bo rûbirûbûna her encameke herêmî û navneteweyî wekî pêdivî hate destnîşankirin.