Mustafa Ozçelîk: Em ava kirina şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin

Em ava kirina şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin Şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ya ku dê bibe mixetabê Rêvebirîya Şamê û nûneratîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike, hate ragehandin.Endamên şandeya kurdî ya ku dê bi Hikûmeta Sûriyeyê…

5 Hezîran 2025

Em ava kirina şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin 

Şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ya ku dê bibe mixetabê Rêvebirîya Şamê û nûneratîya gelê me yê  Rojavayê Kurdistanê bike, hate ragehandin.

Endamên şandeya kurdî ya ku dê bi Hikûmeta Sûriyeyê re dan û standinan bike ji Mihemed Îsmaîl, Perwîn Yûsif, Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif pêk tê.
 
Ev ji bo hemû kurd û Kurdistanîyan cîhê dilxweşîyê ye.

Roja 26ê nîsana 2025ê li Qamişloyê bi beşdarîya hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivil ên kurdan û kesayetên serbixwe yên kurd konferansek hatibû li dar xistin. Di vê konferansê de, li ser esasê daxwazên milî, demokratîk ên miletê kurd û statuyeke sîyasî,  rêbaz û bernameyeke sîyasî ya hevbeş hatibû pejirandin. 

Em di wê bawerîyê de ne ku, şandeya kurdî dê li ser rêbaz û bernameya sîyasî ya konferansê nûneratîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike.

Yekrêzîya di nav mala kurd de destpêka serkeftinê ye.

Dîyar kirina şandeya kurdî  gaveke pîroz û dîrokî ye.
 
Em ava kirina şandeya kurdî pîroz dikin û serkeftnê ji şandeyê re dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe. 

05.06.2025

Mustafa Ozçelîk 
Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

e4f746f0-7868-4e45-b1cc-8c3bd593f95f-1.jpg1f413e33-ba75-440e-8ce4-449d3da3f60a-1.jpg