Serokê PWKyê 12emîn Salvegera Tora Medyayî ya Rûdawê Pîroz Dike

Îro 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.Tora Medyayî ya Rûdawê li ser tiştên ku li Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê diqewimin de, di agahdarkirina gelê me û hemû cîhanê de roleke gelekî girîng lehîstîye.Tora Medyayî ya Rûdawê di…

29 Gulan 2025

Îro 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê  li ser tiştên ku li Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê diqewimin de, di agahdarkirina gelê me  û hemû cîhanê de roleke gelekî girîng lehîstîye.

Tora Medyayî ya Rûdawê di Ragehandina Kurdî de û li gorî prensîbên gerdûnî yên ragehandinê  cîhekî xwe yê girîng heye.

Tora Medyayî ya Rûdawê li gel hemû astengîyên aborî, teknîkî û yên din jî weke dezgeheke bêalî xebatên xwe bêwestan  berdewam kirîye.

Em hêvî dikin ku li gorî serdema nû û dema Heşê Çêkirî de, Tora Medyayî ya Rûdawê, îmkanên zêdetir yên aborî bidest bixe û di rojnamegerîya azad de, rola xwe her berdewam bike û xelatên nû yên neteweyî û  navneteweyî werbigre.

Ez, di 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê de, cenabê we û  hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên we de her serkeftinê dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe

29.05.2025

Mustafa Ozçelîk 

whatsapp-image-2025-05-29-at-14-05-08.jpeg