Omer Şêxmûs: “Seredana Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê serkeftina dîplomasiya Kurd e”

Siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs bo K24ê ragihand ku seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî ya bo DYAyê pêngavekî mezine û serkeftina dîplomasiya Kurd e.Omer Şêxmûs got ku hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Marco…

26 Gulan 2025

 Siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs bo K24ê ragihand ku seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî ya bo DYAyê pêngavekî mezine û serkeftina dîplomasiya Kurd e.

Omer Şêxmûs got ku hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Marco Rubio re, bi gelek endamên kongre ya Amerîkayê û rayedarên din yên Amerîkayê re, ji aliyê dîplomasiya Kurd de serkeftinekî gelek mezine.

Omer Şêxmûs ragihand ku hevpeyvîna serokwezîr Barzanî ya bi Fox Newsê re, giraniya xwe daye ser dîplomasî û siyaseta Herêma Kurdistanê û weha dewam kir:

“Peymanên bi şîrketên DYA re ku bihayê wan li dora 110 milyar dolariye, îmza kir, bo Herêma Kurdistanê hêzeka mezin û kapasiteyekî mezin da qezenckirin. Bo min ya girîng ew e ku peyman fermiye, qanûniye û li gor destûra Iraqê ye.”

Omer Şêxmûs di sala 1942an de li Binxetê (Rojava) li navça Amûdê hatiye dinyayê û yek ji damezrênerê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) e.