Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di malpera xwe de belav kir, îro li derdora Şamê hejmara kuştiyên li Eşrefiyet Sehnaya ya Şamê 13 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Şer û pevçûnên tund hîn jî bedewam dibin…

1 Gulan 2025

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di malpera xwe de belav kir, îro li derdora Şamê hejmara kuştiyên li Eşrefiyet Sehnaya ya Şamê 13 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Şer û pevçûnên tund hîn jî bedewam dibin şerê Durzî û hêzên ewlehiya Sûriyê yên ser bi Heyet Tehrîr Şam her diçe dijwartir dibe û Îsraîlê jî ji bo piştevaniya Durziyan êrîşeke esmanî pêkanî.

Hat zanîn di şer û pevçûnan de heta naha 13 kes hatine kuştin û li gor heman malperê ragehandiye, şer û pevçûn di çend navçeyên nav Eşrefiyet Sehnaye zêde bûye, herî diyar jî navçeya Elmesakîn û navçeya Bankî Erebiye ye. Herwaha derdora mizgefta Elisweyd ku şerekî zêde lê heye û çekên navîn tên bikaranîn û tê gotin herî kêm 15 kes birîndar bûne.