Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe ‘Kobanî’

Piştî rêkeftina karsazê Kurd Hamdî Ulukaya û Desteya Rêveber a Fenerbahçeyê, wê navê Stadyûma Fenerbahçeyê bibe Kobanî.Rêveberiya Feberbahçeyê bi şirketa mast Chobanî (Kobanî) ya ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Hamdî Ulukaya ye, rêkeft. Kobanî ji bo mafên navên…

19 Nîsan 2025

Piştî rêkeftina karsazê Kurd Hamdî Ulukaya û Desteya Rêveber a Fenerbahçeyê, wê navê Stadyûma Fenerbahçeyê bibe Kobanî.

Rêveberiya Feberbahçeyê bi şirketa mast Chobanî (Kobanî) ya ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Hamdî Ulukaya ye, rêkeft.  

Kobanî ji bo mafên navên stadyûmê dê di nava 5 salan de 100 milyon Euro bide.

Li gorî hat ragihandin, rêveberiya Fenerbahçeyê bi 1,5 mîlyar TL dahata ku dê ji firotina hîseyan û zêdekirina sermayê bi dest bixe, xwe amade dike ku di demsala pêş de tîmeke xeyalan ava bike.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku kluba Yellow-Navy Blue bi şiketa mast Chobani (Kobanî) ya Amerîkî ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Hamdî Ulukaya ye, bi 100 mîlyon Euroyî peymanek sponsorgeriyê îmze kir.

Rêveberiya Fenerbahçeyê ji bo mafên navên stadyûmê bi Chobanî re di prensîbê de li hev kir.