Heta niha çend koçber ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê?

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, heta niha 175 hezar û 512 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê bi…

17 Nîsan 2025

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, heta niha 175 hezar û 512 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê bi çend grafîkan amarên dawî yên koçber û biyaniyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Yerlîkaya ragihand ku ji 9ê Kanûna Pêşîna 2024an ve, wate piştî rûxîna rejîma Beşar Esed û heta niha 175 hezar û 512 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe ku dikin 33 hezar û 730 malbat.

Alî Yerlîkaya her wiha eşkere kir ku di navbera salên 2017-2025an de jî bi giştî 915 hezar û 515 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn ku li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 43 hezar biyanî hene û 2 milyon û 782 hezar û 733 ji wan koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Yerlîkaya da zanîn, milyonek û 82 hezar û 83 kes jî ew biyanî û koçber in ku îqame wergirtine û 178 hezar û 399 kes ji wan jî ew biyaniyên ku di bin parastina navneteweyî de ne.