ENKS û şanda Brîtanî li Qamişlo civiyan

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, pêşwazîya şandeke Brîtanî kir û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêj kirin.Li gorî duxayaniya Ragihandina ENKSê, Desteya Serokatiya ENKSê doh 15ê Nîsanê li bajarê…

17 Nîsan 2025

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, pêşwazîya şandeke Brîtanî kir û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêj kirin.

Li gorî duxayaniya Ragihandina ENKSê, Desteya Serokatiya ENKSê doh 15ê Nîsanê  li bajarê Qamişlo pêşwazî li şandeke Brîtanî kir û hejmarek mijar ligel hev gotûbêj kirin.

Hate diyarkirin, ev serdan di çarçoveya hewlên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê de hatiye kirin û tê de geşedanên dawî yên li ser qada Sûriyeyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

ENKSê da xuyakirin, “Di civînê de behsa girîngiya diyaloga kurdî – kurdî û avakirina şandeke hevbeş ji bo nûneratiya gelê kurd di diyaloga ligel desthilatên nû yên Şamê de, hat kirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Şanda Brîtanî rola ENKSê û têkoşîna wê ya berdewam ji bo bidestxistina daxwazên gelê kurd li Sûriyeyê bilind nirxand.”