Parêzer Birden: Ez çûm qereqolê da muwekilê xwe bibînim lê polîsan li min xistin

Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê (Persûs) parêzerê bi navê Yılmaz Birden dema çû qereqolê, polîsên qereqolê lê xistin. Berya parêzer here qereqolê, di navbera muwekîlê wî yê bi navê F.B. û polîsên trafîkê de gengeşe çêbû û F.B. biribûn…

3 Nîsan 2025

Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê (Persûs) parêzerê bi navê Yılmaz Birden dema çû qereqolê, polîsên qereqolê lê xistin. Berya parêzer here qereqolê, di navbera muwekîlê wî yê bi navê F.B. û polîsên trafîkê de gengeşe çêbû û F.B. biribûn qereqolê.

Sedema munaqeşa navbera muwekilê parêzer û polîsê trafîkê; li ser lamba ereba wî vênediket ditirsiya ku jê re cezayê trafîkê bibirin. Li ser munaqeşa wî û polîsan, polîs bi sedema li hemberê polîs ‘di berxwe daye’ ew biribûn qereqolê.

Li ser desteserkirina F.B. parêzer Yılmaz Birden jî çû qerqolê û li qereqolê di navbera wan de gengeşe dertê.

Piştî gengeşa li qereqolê, parêzer Yılmaz Birden ji serê xwe birîndar bû û bi amabûlansê ew birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê. Li nexweşxanê rapora derblêdanê sitend û bû gilîdarê polîsan.