PWKYÊ LI STOCKHOLMÊ ŞEV Û AHENGA NEWROZÊ LI DAR XIST!

Şeva 22.03.2025ê li paytextê Swêdê, li Stockholmê şeva pîrozkirina Newrozê ji alîyê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK Nûnertîya Swêdê) ve hate li darxistin. Şev û aheng bi beşdarîyek girseyî û coşeke mezin hate pîroz kirin.Şev bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê destpêkir û…

23 Adar 2025

Şeva 22.03.2025ê li paytextê Swêdê, li Stockholmê şeva pîrozkirina Newrozê ji alîyê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK Nûnertîya Swêdê) ve hate li darxistin. Şev û aheng bi beşdarîyek girseyî û coşeke mezin hate pîroz kirin.

Şev bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê destpêkir û bi spîkerîya endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê Roza Kurd ve hate birêvebirin.  
Axaftina pêşî weke tradisyona PWKyê bi zazakî / dimilkî ji alîyê Selîm Uzun ve hate pêşkêşkirin. 
Axaftina li ser navê PWK Nûnertîya Swêdê ji alîyê Tahsîn Aslan û mesaja Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustefa Ozçelîk jî ji alîyê Zinar Soran ve hate xwendin.
Nûnerên gelek partî, rêxistin, dezgehan û kesayetên naskirî beşdarî şevê bûn; gelek partî, rêxistin û dezgehan jî bi mesajên xwe yên pîrozbahîyê piştgirîya vê ahengê kirin. Şev bi muzîka kurdî, stranên gelerî û govendeke xweş û geş berdewam kir.

Bi hêvîya newroza îsal ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan bibe berbanga azadî, demokrasî û aramîyê, em carek din Newroza miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin.

23.03.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

whatsapp-image-2025-03-23-at-17-29-30-1.jpegwhatsapp-image-2025-03-23-at-17-29-30.jpegwhatsapp-image-2025-03-23-at-17-29-29-1.jpegwhatsapp-image-2025-03-23-at-17-29-29-2.jpeg