Serok Barzanî Balyozê Tirkiyê û şanda pê re qebûl kir

Serok Barzanî, îro 17ê Adarê li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anıl Bora İnan û şanda ligel wî kir.Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçû jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin…

17 Adar 2025

Serok Barzanî, îro 17ê Adarê li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anıl Bora İnan û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçû jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û deverê li hev guhertin.

Di civînê de, her du aliyan pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê, nirxandin.

Pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehema a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û herwiha hilbijartinên bê yên Civata Nûnerên Iraqê jî mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn.